Bi hezaran li Ji Şirnex, Riha û Stenbolê Şehîdên azadiyê bibîr anîn

Bi hezaran kurd li gel malbatên ku zarokên wan di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li Şirnex, Riha û Stenbolê Şehîdên Azadiyê bibîr anîn.

•
1 deqe xwendin
Bi hezaran li Ji Şirnex, Riha û Stenbolê Şehîdên azadiyê bibîr anîn

Li Şirnex û navçeyên wê, Stenbol û Rihayê bi deh hezaran kes kom bûn û 3 rojan Şehîdên Azadiyê bibîr anîn. 

Şirnex û Navçeyên wê 

Li navenda Şirnexê û navçeyên Silopya, Elkê, Hezex û Qilebanê bi pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Şirnexê ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê yên ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane bernameya bîranînê tê lidarxistin. Di roja 3yemîn de li gel endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî hezaran welatiyan serdana bîranînê kir. Bîranîna ku 3 roj in berdewam dike bi xwedina mewlûdê ya ji bo cangoriyan bi dawî bû. Piştî bidawîbûna bîranînên li Şirnex, Hezex, Elkê û Qilebanê danê êvarî dê ji bo hemû cangoriyên azadiyê yên Şirnexê bernameyek bîranînê li navçeya Silopya were lidarxistin.

Navenda Şirnexê

Bîranîna li Mala Şînê ya Mehmet Emîn Acar a li navenda Şirnexê di roja 3yemîn de bi tevlibûna hezaran welatiyan berdewam dike. Bi hezaran welatiyên ku tev li bîranînê bûne malbatên şehîdan bi tenê nehiştin. Li vir jî ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn û dia hatin xwendin.

Hezex

Li Mala Şînê ya Konûtan a li taxa Atakentê bîranîna ji bo cangoriyên azadiyê yên di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dayîne di roja 3yemîn de berdewam kir. Li mala şînê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên ‘Şehîd ronahiya rêya me ne’ û ‘Şehîdên me rûmeta me ne’ hatin daliqandin. Her wiha wêneyên cangoriyên ku bîranîn ji bo wan tê lidarxistin bi gulan û alên kesk û sor û zer hatin xelamilandin. Welatiyên ku tev li bîranînê bûn bê navber diruşmên, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd namirin’ berz kirin.

Bîranîna li Hezexê di roja 3yemîn de bi xwedina mewlûdê bi dawî bû.

Qileban

Li gundê Roboskê bîranîna ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê di roja 3yemîn de bi tevilbûna sedan welatiyan berdewam dike. Bîranîna roja 3emîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê DBPê Huseyîn Bîrlîk di bîranînê de got ku têkoşîna gelê Kurd berdewam dike û heya ku gelê Kurd mafên xwe destbixîne ev têkoşîn berdewam bike.

Piştî axaftina Huseyîn Bîrlîk ji bo cangoriyên azadiyê mewlûd hate dayîn û dia hatin xwedin.

Silopya

Bîranîna ji bo cangoriyên azadiya ya li Mizgefta Valî Kamîl Acûn serê sibê zû dest pê kir. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên, ‘Şehîd ronahiya rêya me ne’ û ‘Şehîdên me rûmeta me ne’ hatin daliqandin. Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiya ya Şirnexê ji deverek nêzî cihê bîranînê bi diruşmên, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” meş lidarxistin. Bîranîna roja 3yemîn bi xwendina ‘Çerxa Şoreşê” û rêzgirtinê dest pê kir.

Li Silopya jî ji bo cangoriyên azadiyê mewlûd hate dayîn û dia hatin xwendin.

Bîranîna ji bo cangoriyên Şirnex û navçeyên wê dê danê êvarî bi pêşandanda sînevîzyon û axaftinan a li Silopya bi dawî bibe.

Riha

Bi pêşengiya Komeleya MEBYA-DERê ya Rihayê ve ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li Mala Şînê ya Rezanê ya Navçeya Eyyûbi, li taxa Sarayaltî ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê, li Mala Taziye ya Mustafa Dag û Wêranşarê Mala Şînê ya Silêman Nebatî bernameya bîranînê hatibû lidarxistin, di roja xwe ya dawî de jî bi beşdariyeke mezin dewam kir.

Di bernamaya bîranînê de pankartên bi nivîsa “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Şehîd namirin” û wêneyên şervanên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Di serdanên bîranînê yên bi girseyî hatin kirin de bê navber dirûşmên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.

Di bernameya bîranîna ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir de destpêkê parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan axivî.

‘Heya dawiyê em ê doz û têkoşîna wan bidomînin’

Omer Ocalan di axaftina xwe de hemû şehîdên Tevgera Azadiyê bi bîr anî û wiha got: “Em bi malbat û tevgera xwe serbilind in. Çawa ku miletê me behsa zimanê xwe hebûna xwe dike ev yek bi saya keda şehîdan e. Şehîdên Kurdistanê Kurd bi Kurdan dan naskirin. Hevalên me bi salan e têkoşîneke mezin didin. Divê em doza wan bişopînin û pey hesabên biçûk nekevin. Divê hemû kes tev li pêvajoyê bibin û xwedî li doza şehîdên xwe derkevin. Heya dawiyê em ê doz û têkoşîna wan bişopînin.”

‘Em soza mezinkirina têkoşîna wan didin’

Pişt re Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û ev tişt anî ziman: “Em îro li vir kesekî oxir nakin. Em soza mezinkirina têkoşîna wan didin. Ya ku tê armancankirin, jiyana birûmet û azad a gelê Kurd e. Em hewl didin xatir ji wê hişmendiyê bixwazin ku Kurdan tune dihesibîne û hewl dide wan li derveyî hiqûqê bihêle. Bi xêra zarokên we yên hêja em di van rojan de ne. Di anîna bîranînan de gel biherikî tê. Ev ne tenê anîna bîranînê ye, ji bo ku xwedî li Rêbertiya xwe û li pêvajoya ku tê meşandin derkevin tên. Li çar parçeyan koletiyê li Kurdan ferz dikin, a ku hebûna gelê kurd nîşan da ev nirx in.”

‘Rêya me ya sibêrojê wê weke navê wan ronî be’

Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku eger gelê Kurd îro li her derê be, bi xêra van canên me yên ku me winda kirine ye û wiha got: “Werin em bi awayekî xurt bibin bersiv. Ya ku dikeve ser milê me, bilindkirin û mezinkirina vê têkoşînê ye. Em ê xwedî li bîranîn û vê têkoşîna ku bi hezaran ked û bi neynokan hatiye honandin derkevin. Rêya me ya siberojê wê weke navê wan ronî be. Têkoşîna wan wê rêya me ronî bike.”

 

Piştî axaftinan ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane mewlûd hat xwendin. Piştre ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe dest dane sînevîzyonê hat nişandan û bîranîn bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Stenbol 

Bi pêşengiya MEBYA-DERê ya Stenbolê ji 23yê Tebaxê heta niha ji bo endamên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku li cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bernameyên bîranînê tê lidarxistin. Bi hezaran kes tev li bernameyên bîranînan bûn.

Bernameya dawî li navçeya Gazîosmanpaşayê Taxa Karayollariyê hate lidarxistin. Malbatê şehîdan, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJAyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên civakî û gelek welatî tev li bernameya bîranînê bûn. Di eywana bîranînê de li ser maseyan wêneyên şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qerenfîl hatin danîn. Li eywanê pankartên “Em şehîden rûmetê bi bîr tînin”, “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Têkoşîna wan rêya me ronî dike” û “Şehîd Namirin” hatin daliqandin.  Bernameya ji bo şehîdan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

‘Em ê di rêya şehîdan de bimeşin’

Piştî rêzgirtinê Nedîm Yilmaz ê ku piştî 33 salan ji hepsê hatiye berdan axivî û anî ziman ku serê gelê Kurdistan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sax bibe û wiha got: “Şehîdan sozekî dan şehîdan. Ew soz bû jiyana wan. Şehîd gotin; em ê jiyanekî azad bijîn. Em ê jî ji bo şehîdan jiyanekî azad biafirînin. Divê em cihê li ku ne jiyanekî azad di nava kesane û civakê de ava bikin. Em ê di rêya şehîdan de bimeşin.”

Piştî axaftinê li sînevîzyon ku qala têkoşîna cangoriyan dikir, hate temaşekirin û bername bi xwendina mewludê berdewam kir.