Bi hezaran kes tev li şîna Wanê bûn

Bîranina Şehîdên Azadiyê di roja duyemîn de bi tevlibûna hezaran li Wanê berewam kir.

•
1 deqe xwendin
Bi hezaran kes tev li şîna Wanê bûn

Bîranîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku li navçeya Artemêtan a Wanê hate lidarxistin, bi tevlibûna hezaran welatiyan di roja duyemîn de berdewam kir. Welatiyên Serhedê berê xwe dan şîna şehîdan û êş û serbilindiya malbatan parve kirin. Di tevahiya şînê de dirûşma “Şehîd namirin” qet kêm nebû û ji bo şehîdan dia hatin xwandin. Di roja duyemîn de jî welatiyên Serhedê xwedî li şehîdên xwe derketin û bi komên girseyî herikîn qada şînê. Malbatên şehîdan jî li ser maseyan wêneyên şehîdên xwe danîn û bi kesk û sor û zeran xemilandin û bi serbilindî li pişt wêneyên şehîdên xwe sekinîn.

Wê şîn sibê bi xwendina mewlûdê û bernameya bîranînê berdewam bike.