Bi hezaran ji bo Sîpan Hiznî meşiyan

Bi hezaran kes li Girkê Legê ji bo Sîpan Hiznî û girtiyên di şewata girtîgeha Kobanê de jiyana xwe ji dest dan meşeke meşaleyî lidar xistin.

•
1 deqe xwendin
Bi hezaran ji bo Sîpan Hiznî meşiyan

Şêniyên bajarê Girkê Legê ji bo bîranîna şehîd Sîpan Hiznî û şehîdên şewata girtîgeha Kobanê û ji bo şermezarkirina kiryarên li dijî ewlehiya herêmê meşek meşaleyî li dar xist. Meş ji qada şehîd Xebat dest pê kir û li sûka navendî veguherî mtîngî. Li vir deqeyek rêz hat girtin. Piştre bi navê Însiyatîfa Gel a Girkê Legê Eyhan Murad axivî û got; “Mafên gelê Kurd di serî de mafê ziman divê di destûrê de werin fermîkirin. Eyhan Mûrad di dewama axaftina xwe de qetilkirina şervan Sîpan Hiznî şermezar kir û got: "Em vê yekê qebûl nakin. Em ê xwedî li şehîd Sîpan û şehîdên Kobanê derkevin. Divê hesab ji hemû kesên hewl didin tevliheviyan çêbikin were pirsîn."

Eyhan Murad diyar kir ku Sîpan û hevalên wî Sûriye ji çeteyên DAIŞê rizgar kirin û ewlehiya herêmê bi saya keda wan e. 

Mîtîng bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.