Bi hezaran ji bo şehîdên xwe kom bûn
Li Amedê bi hezaran kes ji bo Şehîdên Azadiyê bi bîr bînin bi dirûşmeya “Şehîd namirin” li Parka Koşuyolu ya Amedê kom bûn û dilsozî û girêdana xwe ya şehîdan anîn ziman. Ciwanan li i qadê 2 posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin.

Bi pêşengiya MEBYA-DERê endam û rêveberên hemû saziyên civakî û partiyên siyasî yên li Amedê ji bo Şehîdên Azadiyê ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Parka Koşuyoluyê ya Amedê di roja duyemîn de kom bûn û Şehîdên Azadiyê bibîr anîn. Ciwanan dîsa li qada bîranîna Şehîdên Azadiyê pankartên “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Şehîd Namirin”, “Şêhîdên me Ronahiya Rêya me ne” û 2 posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin.
Di saetên serê sibê de li gel malbatên şehîdan, bi hezaran mirov herikîn qada bîranîna şehîdan. Di saetên nîvro de qad tiptijî bû. Koma ku li gel MEBYA-DERê ji Mêrdînê hatin tev li bîranînê bûn, bi dirûşmeya “Şehîd namirin” û çepikan hatin pêşwazîkirn. Ji sibê heta saetên êvarî nêzî 10 hezar mirov hatin serdana malbatan û malbat bi tenê nehiştin.
Bernameya bîranînê heta saetên êvarî berdewam kir û heta sibê navber dan. Bername dê sibê dîsa bi serdana malbatan berdewam bike û ji bo Şehîdên Azadiyê dê bernameya bîranînê bê lidarxistin.


