Bi girseyî malbata Zana yê HPGî ziyaret kirin

MEBYA-DERê li Navçeya Qoserê, bi girseyî malbata endamê HPGê Zana (Hadî Bûlût) ê ku di sala 1998an de li Çiyayê Gabarê di şerekî de şehîd bûbû, ziyaret kir û sersaxî ji malbatê re xwestin.

•
1 deqe xwendin
Bi girseyî malbata Zana yê HPGî ziyaret kirin

Hat ragihandin ku gerîlayê HPGê Zana (Hadî Bûlût) di sala 1998an de li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê di şerekî de şehîd bûye. Piştî îlana şehadeta wî hat ragihandin, malbata wî li navçeya Qosera Mêrdînê şîn danî. MEBYA-DERê bi girseyî serdana sersaxiyê ya li Mala Şînê ya Hacî Abdulkadîr û Şemsê Dundar a li taxa Şahkulubeyê hatibû danîn, ziyaret kir û sersaxî ji malbatê re xwest. Tevî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk gelek kes beşdarî sersaxiyê bûn û sersaxî ji malbata şehîd Zana re xwestin. Serdan piştî xwendina duayan bi dawî bû.