Bi girseyî Dayika Aştiyê Bahar Bilge li Freiburgê bibîr anîn

Kurd û dostên kurdan li bajarê Freiburgê yê Almanyayê ji bo Dayika Aştiyê Bahar Bilge ya di 10ê Tîrmehê de çû ser dilovaniya xwe, merasîma bîranînê li dar xistin. Bi sedan Kurdistanî li gel nûnerên saziyên kurdan li Navenda Çandê ya Freiburgê kom bûn û êşa malbata Bilge parve kirin.

•
1 deqe xwendin
Bi girseyî Dayika Aştiyê Bahar Bilge li Freiburgê bibîr anîn

Brusk Bagok

Dayika Aştiyê Bahar Bilge ku di 87 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe, yek ji pêşengên Dayikên Aştiyê di têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê de cihê xwe girîng kir. Bahar Belge di jiyana xwe de gelek bedelên giran da. Hevjînê wê, du kur û du neviyên wê di nava refê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de canê xwe dan. Kurê wê jî zêdeyî 30 salan di zindanê de ma. Keçek wê jî bi salan di zindanê de ma. Lê li ruxmê vê yekê tu carî ji daxwaza aştiyê, azadiyê û biratiya gelan paşde neman.

Malbatê piştî li navçeya Qoserê şîn dan, li Almanyayê jî şîn danî. Gelek Kurdistanî, dost û nûnerên sazî û komelên demokratîk ji gelek bajarên Almanyayê hatin Freiburgê û sersaxî ji malbatê xwestin. Kurê Bahar Bilge Huseyîn Bîlge û xizmên wê şîn qebûl kirin û mêvan pêşwazî kirin. 

Di şînê de axaftin hatin kirin. Kesên li vir axivîn, jiyana Bahar Bilge û têkoşîna wê vegotin. Axaftvanan destnîşan kir ku ew ne tenê dayikek bû ku zarokên xwe ji bo azadiyê rê kirin, lê her wiha kesayetek têkoşer bû ku salan di Meclîsa Dayikên Aştî de xebitî, êşên gelê xwe kir xwedî û dengê aştiyê bû.

Di nirxandinên hatin kirin de hate gotin ku Bahar Bilge dê di bîra gelê kurd de wek sembola berxwedanê, fedakarî û helwesta bi rûmet bijî. Kesên axivîn, bi taybetî bal kişandin ser rola dayikan di têkoşîna aştiyê û azadiyê de û diyar kirin ku jiyana Bahar Bilge dê ji bo nifşên nû bibe mînakek baş.

Bi bernameya şînê de Kurdistanî ketin nava hestên kûr. Gelek kesan diyar kir ku ew ligel malbata Bahar Bilge ne û piştgirî û hevgirtina xwe nîşan didin. Beşdaran di kesayeta wê de hemû şehîdên ku di têkoşîna azadiyê de canê xwe dane bi rêzdarî bîranîn. Beşdaran destnîşan kirin ku dê têkoşîn û nirxên ku Bahar Bilge li pey xwe hiştiye bi biryar bidomînin. 

Bahar Bilge, hemû temamê xwe ji bo azadiya gelê xwe, aştiyê, dadperweriyê û jiyaneke bi rûmet veqetand. Bi têkoşîna xwe mîrasa têkoşînê ya mezin û birûmet li pey xwe hişt. Kurdistaniyan destnîşan kirin ku jiyana wê dê her dem wek sembola berxwedanê, fedakariya dayikê û xwesteka aştiyê dê di dilê wan de bijî.