Bi Deng û awazên Delîlayê, Zîlan
Spot: Delîla dema ji quntara çiyê bi rêhevalên xwe sitrana Zîlanê distire, Zîlan dibe têkoşîn, berxwedan, hêvî û hesreta azadiyê û di ser wan çiyayên azad de diherike, tê di nav xwîna me de cihê xwe digire

“Bi çi rengî bi çi rêkê gula bidin dest zîlanê
Parêzvana roja min tînejîna dilê min
Parêzvana roja min mizgîna bihara min
Zîlan roniya reşika çavê min…”
Bi van gotin û rêzikên ku bi deng û newayên Delîlayê (Meyaser) nav, berxwedan û delaliya Zîlanê di dilê me de zedetir cihê xwe girt. Di rûpelên dîroka berxwedana Têkoşîna Azadiyê de ji Bêrîtan, Ronahî, Bêrîvanê û heta bi sedan navên jin û ciwanên canfedayî hene. Ev rêça ku nêzî 50 salî ye bi têkoşîn û berxwedana bi hezaran canfedayan hatî avakirin, bi şêweya berxwedana Zîlanan rol û rista xwe saxlemtir kiriye. Ji ber wê ye di her stranên ku li ser Zîlanê hatî nivîsîn û navê wê derbas dibe de, tesîrê dihêle. Hema bêje nifşek jî bi dengê Delîla ya ku bi dehan stranên di dil, bîr û hafizeya me de cih girtî û bi taybetî jî bi vê stranê, mezin bûn.
Delîla dema ji quntara çiyê bi rêhevalên xwe strana Zîlanê distire, Zîlan dibe têkoşîn, berxwedan, hêvî û hesreta azadiyê û li ser wan çiyayên azad diherike, tê di nav xwîna me de cihê xwe digire. Bi vê stranê jî êdî Zîlan li ber dilê her kurdekî dibû navê têkoşîna Kurdistanê bixwe. Stranbêjiya Delîlayê jixwe li aliyekî lê bi gotinên ‘Zîlan’ Delîla dibe Zîlan û Zîlan jî dibe Delîla…
Lêgerîna Zîlanê ya ber bi rêya azadiyê ve
Tê zanîn Zîlan (Zeynep Kinaci) beriya ku biçe çalakiya xwe pêk bîne di nameya xwe de destpêkê behsa dîroka şoreşên li cîhanê yên wek Şoreşa Burjûva ya Fransa, Şoreşa Bolşevîk Rûsya û Şoreşa Îslamî dike. Her wiha balê dikişîne ser navên wek Îskenderê Mezin, Lênîn û Hz. Muhamed û hwd. Di vê xalê de jî behsa rol û girîngiya PKKê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike. Zîlan bi van gotinan behsa têkoşîna ji bo şoreşa gelê xwe dike: “Em êdî dikarin li rûyê hemû mirovahiyê mêze bikin; ji ber ku em êdî ji bo azadiya xwe li ber xwe didin. Divê em xwedî li mîrateya berxwedana Mazlûm, Kemal, Hayrî, Ferhat, Zekiye, Bêrîvan, Bêrîtan, Ronahî derkevin… Bila êdî hemû cîhan dengê me bibihîze, çavê xwe vebike! Em ew gel in ku welatê me ji destê me hatiye derxistin û li çar aliyên cîhanê hatiye belavkirin. Em dixwazin êdî li ser axa xwe azad bijîn…”
Çalakiya di sînga dijmin de
Zîlan piştî van gotinan li Dêrsimê li cihê ku feraseta desthilatdar bi komkûjiyên wek 1938an bi hezaran kurd qetilkirin de, di sînga dijmin de çalakiya xwe pêk tîne. Bersiva herî xurt dide wê feraseta zilimkar û qirker. Êdî bi vê çalakiya wek Bêrîtan, Zekiye û Ronahiyê şêweya berxwedana û têkoşîna gelê kurd de, jin bûn pêşeng.
‘Silavên germ li te’
Bêguman gelek berhem, helbest û stranên ku nav û qehremaniya Zîlanê derbas dibe hene. Yek ji van jî strana Ciwan Haco ya ku salek piştî çalakiya Zîlanê hatiye nivîsîn û Ciwan di albûma xwe ya bi navê ‘Bilûra Min’ de gotiye.
Dema ji devê Ciwan ev rêzikên “Silavên germ li te/Ey hevala Zîlan/ te can îro weşand ji bo Kurdistan/ dengê te gihîşte esmanê heftan/ ne tenê li nav gelê Kurdistan/ belav bû li nav hemû gelê cîhan/ silavên germ li te ey hevala zîlan/ te can îro weşand ji bo Kurdistan.” derkevin ew hêrs û têkoşîna di sînga Zîlanê de li tevahiya dilê gelê kurd belav dibe. Ciwan bi awaz û gotinên Zîlanê berxwedan û têkoşîna wê li ser dikên Ewropayê û li ber ekranên Med Tvyê belav dikir.
Di destpêka stranê de qala sirgûn û bêwelatiya gelê kurd tê kirin ku ji dîrokê ve mafê wan tune hatiye hesibandin, ji welatê xwe hatine koçberkirin û dûrxistin. Di berdewama wê de jî wateya berxwedana Zîlanê û canfedakirina wê ya ji bo Kurdistanê, bi awaz û dengê Ciwan careke din di bîra me kurdan de bi cih dibe. Di strana Ciwan Haco de Zîlan dibe Kurdistan bixwe.
‘Kulîlkên heft reng’
Û di gotin û awazên Rotînda de Zîlan dibe yek ji Kulîlkên Heft Reng… ‘Ma me soz dabû wan şehîdan/ Li ser agir û li ber rojê/ Carina mirin pîroz e bi qasê jiyan/ Wekî rêheval Zîlan/… Evîn û eşqa Zîlanê ya ji bo azadiyê di her gotineke vê stranê de diherike û tê li ber dilê me dibe lehî.
Di serê sala 2001ê de dema albûma ‘Naygotin’ a Rotînda derket yek ji strana ku di nîvê dilê gelê kurd de cihê xwe digirt, Zîlan bû. “Herin ji serê heft çiyan kulîlkên heft rengîn bînin/ Wan kulîlkan li der û dora serê Zîlana min bigerînin/ Bînin bi wan kulîlkan Zîlana min bi hef nexşan bixemlînin/ Wer bikin ku Zîlana min nexeydînin/Ew delal e, rêheval e…”
Zîlan bi awaz û gotinên Delîlayê
Ji deng û awazên Ciwan û Rotînda dema em guhên xwe didin gotin û awazên Delîla yên li ser Zîlanê, wê dema têkoşîn, berxwedan û çîroka Zîlanê digihîje asta herî jor. Em çîroka jineke berxwedêr (Zîlan) bi deng û awazên têkoşera din (Delîla) guhdar dikin. Evîn, hezkirin û girêdana ji bo têkoşîna gelê kurd wê demê di dilê her kurdekî de firehtir dibe. Êdî bi awaz û strandina Delîlayê, Zîlanê di bîrdanka şoreşê de bi cih dike. Mirov têkoşîna Zîlanê dubare dubare di awazên wê de guhdar dike. Çîroka berxwedana Zîlanê, bi dengê Delîlayê digihîje erş û esman.
Du karwanên azadiyê
Li ser çiyayên Kurdistanê bi dengê Delîla Meyaser me gelek stranên wek ‘Dil Dixwaza Herê Cengê’, ‘Sê Jinên Azad’, ‘ Can Welat’, ‘Hey Bêrî’, ‘Çend Sal’ guhdarî kirin û hema bêje nifşê herî dawiyê bi van stranên Delîlayê mezin bû. Di 24ê tebaxa 2007an de li Qilebana Şirnexê dema xebera şehadeta wê hat bihîstin, li ser dev û zimanê hemû kurdan stranên wê hebûn. Êdî Delîla jî bi rêhevala xwe Zîlanê re dibû stran û bû yek ji karwanên azadiyê. Ew du jinên ku çiyayan hembêza xwe ji wan re vekirbû, bûn du nav û dengên hetahetayê.


