Bi deh hezaran ji bo azadiya fizîkî meşiyan
Bi deh hezaran welatî li bajar û navçeyên wekî Amed, Êlih, Sêrt, Colemêrg, Stenbol, Silopiya, Riha, Semsûr, Dîlok, Meletî û Enqereyê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê meşên girseyî li dar xistin. Girseyê di meşê de azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.

Bi deh hezaran kurd û dostên kurdan li Wan, Îzmîr, Manîsa, Amed, Êlih, Sêrt, Colemêrg, Stenbol, Eneqer, Riha, Meletî, Semsûr, Dîlok û navçeya Sîlopiyê bi minasebeta 1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê meşên girseyî pêk anîn.
Wan
Platforma Ked û Demokrasiyê û Platforma Saziyên Demokratîk ên Wanê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji Van AVMê heta Qada Bajêr a navçeya Rêya Armûşê meşek li dar xistin. Di meşê de Dayikên Aştiyê û endamên platforman, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), KURDÎHGEH û DEM Partî weke kortej meşiyan. Di meşê de pankartên “Em xwedî li banga Aştî û Civaka Demokratîk derdikevin” û “Civakbûn, înşakirin û serkeftina aştiyê wê bi azadiya Rêber Apo pêkan be” hatin vekirin û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Aştî” hatin berzkirin. Bi hezaran kes tev li meşê bûn.
Di meşê de ewilî Dayika Aşitiyê Hanife Kaçak bal kişand ser giringiya aştiyê û diyar kir ku ew aştiyê dixwazin. Hanîfe Kaçak wiha axivî: “1ê Îlonê li hemû gelê cihanê piroz dikim. Em ji bo Aştiyê amade ne û bang li hemû gelên Kurd, Tîrk, Ereb hwd. Dikim ku bila destê xwe danin ser vijdana xwe. Êdî bes e, en mirinê û girtinê naxwazim. Ez aştiya ku dê Birez Abdullah Ocalan bîne vî welatî dixwazim. 27 sal in di girtîgehê de ye, lê disa ji aştiye dixwaze, mirinê kuştinê naxwaz e. Me weke Dayikên Aştiyê jî soz daye ku ji bo aştiyê ji hewce be em dê bikin.”
Îzmîr
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê bi bonyea 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşiyan û daxuyaniyek dan. Girseya ku li pêşiya avahiya OSYM ya li Alsancakê hat cem hev, heta Navenda Çandê ya Turkan Saylan meşiya. Di daxuyaniyê de pankartên “Li dijî şer û kedxwariyê dê demokrasi û aşitî serbikeve”, “Niha dema aştiyê ye”, “Niha dema jinan e, niha dema aştiyê ye” hatin vekirin û dirûşmên “Ji şer re na, aşitî niha”, “Bijî serok Apo”, “Avakarê aştiyê li Îmraliyê ye”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” hatin berz kirin. Parlamenterên DEM Partiyê yên Îzmîrê û gelek rêxistinên civaka sivîl û bi sedan kes tevlî daxuyaniyê bûn. Xeznedara Baroya Îzmîrê Gamze Şîmşek daxuyanî da.
Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşmeyan meşiya da ku qurnefîlan bavêje behra Egeyê û daxuyanî bi tilîlî û dirûşman bi dawî bû.
Manîsa
Bi boneya 1ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê, li Manisayê li du navendên cuda daxuyaniyên çapemeniyê hatin lidarxistin. Di daxuyaniyên ku li Qada Manolya û Parka Ahmet Kaya hatin dayîn de li dijî polîtîkayên şer banga aşitiyê hate kirin. Girseya ku bi banga Platforma Ked, Demokrasî û Aştiyê ya Manisayê û bi beşdariya sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li Qada Manolya hat cem hev, li vir daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de bi berdewamî dirûşmên “Bijî Aştî” hat berzkirin û metna çapemeniyê ji aliyê Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Manisayê Mehmet Ramazan ve hate xwendin.
Amed
Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşma “Bi Rêbertiyeke Azad ber bi Aştiyê ve” meşeke girseyî li dar xist. Girse li pêş avahiya NCTY ya Amedê kom bû û heta AZC plazaya ya Ofîsê meşiya. Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogullari, parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê, endam û rêveberên DBP, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li meşê bûn. Di meşê de pankartên “Bi Rêbertiyeke Azad ber bi Aştiyê ve”, “Aştiyeke mayînde bi azadiya fîzîki ya Rêber Apo ve pêkane” vekirin. Girseya meşê bênavber bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Rêya Şehîd Rêya me ye Apo ye Serokê me”, “Şehîd Namirin” berz kirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin.
Bi piştî meşê Hevserokê DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari axivî û Şehîdên Azadiyê bibîranî got: “Nelson Mandela dibêje; ‘Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e, aşitî edalet e’. Em jî bi tevahî tevlî vê dîtinê dibin. Aşitî edalet e, aştî demokratî ye, aşitî biratiya wekhev e. Aştî ew e ku Kurdek bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne. Bi awayekî azad axaftina zimanê dayikê ya hemû gelan e. Aşitî ew e ku tu rojnamevan, tu rewşenbîr, tu nivîskar û tu siyasetmedar di girtîgehê de nebe. Aştî ew e ku Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Aştî ew e ku girtiyên siyasî azad bibin. Aşitî ew e ku karkerê madenê meaşê xwe bistîne û nanekî germ bibe mala xwe. Aşitî ew e ku pêşeroja ciwanan li vê welatî hebe, azad bin, bi azadî bixebitin, bi azadî bixwînin û aşitî pêşeroja ciwanan e. Aştî wekhevî û azadiya jinan e. Nebûna cînayetên jinan û dawîhatina tundiya li ser jinê ye. Û ji vir ve wekî hemû jin, em silava xwe ya aştiyê pêşkêş dikin.”
Colemêrg
Platforma Saziyên Demokratîk li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê mêş û daxuyanî hat lidarxist. Meş li ber avahiya saziya DEM Partiyê destpê kir û heta ser Girê Efkar berdewam kir. Di meşa aştiyê de çirax hatin pêxistin û dirûşmeyên “Bijî Aştî” hatin berzkirin.
Li ser Girê Efkar serokê Odeya Dikandar û Pîşekara Muharrem Tekîn daxuyanî da. Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Aştî” bi dawî bû.
Stenbol
Li Stenbolê bi pêşengtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşek hate lidarxistin û daxuyanî hate danîn. Meş li pêşiya Peykera Bogayê dest pê kir û Îskeleya Kadikoyê bi dawî bû. Girse di meşê de pankarta “Niha dem mezinkirina aştiyê ye” hate vekirin û dirûşmeya “Bijî Serok Apo”, “Bijî Aştî” hate berzkirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Girse piştî hat Îskeleya Kadikoyê daxuyanî hate danîn. Daxuyanîji hêla aktivîsta TJAyê Fîgen Yaşar ve hate xwendin.
Piştî xwendina daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.
Êlih
Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji ber Nexweşxaneya Farabîmê heta Parka Yilmaz Guney meşiyan û piştî meşê daxuyanî hate dayîn. Di çalakiyê de parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû, nûnerên partiyên siyasî yên bajêr, TJA, Dayîkên Aştiyê û gelek endamên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes tev li bûn. Girseya ku tev li çalakiyê bibûn bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin aştiyê dixwazin, jin şer naxwazin”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî aştî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Her wiha li ser diwîzan “Kedkar dengê aştiyê ne”, “Cîhaneke bê şer, cîhaneke bi aştî”, “Zarok bi aştiyê mezin dibin”, “Dem dema jiyana hevpar e” û Pankartan jî “Em bi hevre be bi aştiyê ve dimeşin, em pêşeroja demokratîk bi hevr e ava dikin” û “Dê aştî û jiyana komînal jin ava bikin” hatibû nivîsandin û hilgirtin. Metna daxuyaniyê jî ji aliyê Hevserokê ÎHDa Êlihê Ahmet Şîray ve hate xwendin.
Sêrt
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Sêrtê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji ber Madoyê hata Qada Demokrasiyê meşiyan û piştî meşê daxuyanî hate dayîn. Di çalakiyê de parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahata Erdogan Saritaş, nûnerên partiyên siyasî yên bajêr, TJA, Dayîkên Aştiyê û gelek endamên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes tev li bûn. Girseya ku tev li çalakiyê bibûn bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî aştî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Her wiha li ser diwîzan “Yek dinya û yak daxwaz aştî”, “Dest bi dest ji bo aştiyê”, “Kedkar dengê aştiyê ne”, “Cîhaneke bê şer, cîhaneke bi aştî” û Pankarta “Dem dema aştiyê ye” û “Bijî 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê” hatibû hilgirtin. Metna daxuyaniyê jî ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê Kenan Bîlge ve hate xwendin.
Enqere
Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Enqereyê, bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji qada Kolejê heta Kolana Sakaryayê meşiyan. Girseyê di meşê de pankarta “Em ê li ser rêya aştiyê têkoşînê bidomînin” hilgirt, flama û dovîzên li ser “Jin jiyan azadî” û ” Bijî berxwedana gelan” dinivîsî rakirin. Girsê di meşê de durişmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, û “Ji Kemalan û heta Mazluman li ber ve civaka demokratîk” berz kirin.
Girseyê li Kolana Sakaryayê daxuyanî da. Hevserokê rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê Yilmaz Yildirimci daxuyanî xwend û got: “Em ê li dijî şerên sermaye û emperyalîzmê biseknin û aştiyeke li ser bingeha Wekhevî, Azadî û Demokrasyê ava bikin. Em şerê niha wekî şerê cîhanê yê sêyemîn bi nav dikin. Rojhlata Navîn navenda şerê cihanê yê sêyemîn e.”
Yilmaz Yildirimci daxwazên wan wiha rêz kir:
* Divê hemî zextên antîdemokratîk ên li dijî rejîma wesayetê û desteserkirina îradeya gel bi dawî bibin û îradeya gel bi ser bikeve.
* Bi dirûşma “Kuştina jnan siyasî ye”, divê ji bo pêşîgrtina şîdeta li dijî jinan rêzknameyên pêwîst ên qanûnî û sazî werin bicîh kirin; divê mekanîzmayên parastinê yên heyî bi bandor werin sepandin û Peymana Stenbolê ji nû ve were bicîhkirin.
* Divê wêrankirina xwezayê were rawestandin û jiyana bi xwezayê re bibe prensîbeke bingehîn.
* Divê şerê li dijî heywanên serberdayî bi dawî bibe û bajarên me bi awayekî komunal werin avakirin.
* Divê gavên pêwîst ên qanûnî û destûrî werin avêtin da ku mekanîzmayên azad, wekhev û demokratîk di her qada jiyana civakî de werin afrandin.
* Divê hemû zext, sansûr û qedexeyên li ser çapemenî û azadiya derbirînê bi dawî bibin; divê hemû rojnamevan, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, hunermend, siyasetmedar û sendîkavanên ku ji ber çalakyên xwe yên rewa hatne girtin tavilê werin berdan.”
Piştî axaftinan çalakî dawî bû.
Meletî
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Meletiyê jî bi heman armancê li taxa Emeksizê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li ser Kolana Emeksizê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê hate lidarxistin û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Endama Platformê Hevseroka Şaxê ÎHDê ya Meletiyê Berfîn Polat daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser girîngiya têkoşîna hevpar a ji bo aştiyê.
Dîlok
Girseyê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê meş li dar xist. Welatiyên ku li Parka Kırkayakê hatin cem hev, heta Qada Balikli meşiyan.
Di meşê de pankarta Platforma Ked û Demokrasiyê ya bi 3 zimanan hatî amadekirin a bi nivîsa “1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê Pîroz Be” û pankarta TJAyê a bi nivîsa “Êdî Dema Jinê Ye, Bi Rêbertiya Azad re Dema Avakirina Aştiyê Ye!” hatin hilgirtin.
Girse di tevahiya meşê de bêrawestan dirûşmên “Bijî aştî”, “Jin, jiyan, azadî” û “Ji şer re na, niha yekser aştî” berz kirin.
Girseya ku gihişt Qada Balikli, li vir daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Şaxê ÎHDê ê Dîlokê Bahrî Ogûz daxuyanî xwend û got: “Em ê li dijî polîtîkayên şer û pevçûnê parastina jiyan û aşitiyê bidomînin. Rêya aştiyeke domdar û bi rûmet ji diyalog û çareseriya demokratîk derbas dibe.”
Semsûr
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê jî bi heman armancê daxuyanî da. Girse bi dirûşmên “Bijî aştî” hat qada ku daxuyanî lê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo civaka demokratîk deng bide aşitiyê” û dovîzên “Dem dema aştiye”, “Bêyî peyva jinê aşitiyeke rastîn nabê” hilgirtin. Hevserokê ÎHDê Semsûrê Bulent Çinar daxuyanî da. Daxuyanî piştî tilîlî û lêdana çepikan dawî bû.
Riha
Platforma Ked û Demokrasiyê bi heman armancê li Rihayê jî meşiya. Di meşê de dirûşmeyeyê “Jin jiyan azadî, azad bike Rêbertî”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Aştî û azadî” û panqartên “Em ê hêviyên ku şehîdên me afirandine, bi mimarê aştiyê tacîdar bikin”, “Bijî 1ê İlonê”, “Vejîn pêk hat dema azadiyê ye” hatin girtin.
Dayika Aştiyê Miyaser Korkmaz diyar kir ku 1ê İlonê rojeke pir qedir û qîmete û got: “Em dixwazîn aştî bê. Bila dayikên me birînên xwe bipêçin û em ê bi hevdu re aştiyê avabikin. Edî bese. Bila aştî were ku baweriya me jî vê pêvajoyê bê. Heke Birêz Abdullah Ocalan û girtî azad bibin baweriya me yê xurtir bibe.”
Pişt re li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê Ferhat Demîr metna daxuyaniyê xwend.
Daxuyanî bi tilîlî û lêdana çepikan bi dawî bû.
Silopiya
Li navçeya Silopya ya Şirnexê jî bi heman armancê gel meşiya û daxwazên xwe anî ziman. Parlamenter, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî sedan welatiyên kom bûne bi pankarta, ‘Dem dema aştiyê ye’ û dirûşmên, ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bijî aştî’ , ‘Şehîd namirin’ meşiyan. Piştî ku girse gihîşt çarêya nexweşxaneyê li vir ji bo cangoriyên azadiyê rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê Hevseroka DEM Partiyê ya Silopya Aycan Azma daxuyanî xwend. Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.


