‘Bêyî misogeriya hiqûqî û siyasî bêçekbûn mayînde nabe’

ÎHDa Rihayê li ser pênase û nîqaşên der barê “Pêşeroja Civaka Demokratîk û Pêvajoya Aştiyê” daxuyanî da û got: “Nîqaşên li ser pêvajoya aştiyê girîng in, lê tecrûbeyên cihanê nîşan didin ku bêyî misogeriya hiqûqî û siyasî bêçekbûn encamên mayînde nade.”

•
1 deqe xwendin
‘Bêyî misogeriya hiqûqî û siyasî bêçekbûn mayînde nabe’

Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê, li ser pênase û nîqaşên der barê “Pêşeroja civaka demokratîk û pêvajoya aştiyê” de li avahiya Şaxa ÎHDê ya Navçeya Xelîliyê ya Rihayê civîneke çapemeniyê li dar xist. Endamên komeleyê û aktivîstên mafên mirovan beşdarî civînê bûn.

Hevseroka Şaxê ÎHDa Rihayê Songûl Arpa axivî û bal kişand ser nîqaşên amadekirina qanûna nû ya ji bo çareserkirinê. Songul Arpa diyar kir ku piştî agahiyên amadekirina zagonek nû hat rojevê, nîqaşên li ser çareseriya aştiyê zêde bûn û got: “Li gorî agahiyên ku ji raya giştî re hatine ragihandin, pêşniyara zagona hatî amadekirin zêdetir, mijara bêçekbûnê digire nav xwe. Lê belê dema ku em bala xwe didin tecrûbeyên navneteweyî, ev yek bi tenê ne bes e.”

‘Divê baweriya aliyan bi pêşerojê hebe’

Songûl Arpa mînakên pêvajoyên aştiyê yên li cîhanê hatine pêkanîn bi bîr xist û axaftina xwe wiha domand: “Di mînakên cîhanê de xala herî girîng ev e ku berdana çekan ji misogeriya hiqûqî û siyasî serbixwe nayê meşandin. Di hawîrdoreke ku alî ji paşeroja xwe bi guman bin dê mafên wan çawa bêne parastin? Bi tena serê xwe bêçekbûn encamên mayînde nade.”