Besiye Ozer a 30 salan girtî ma ji zindanê derket

Girtiya nexweş Besiye Ozer a ku 30 sal girtî ma, ji zindana Gebzeyê hate berdan.

•
1 deqe xwendin
Besiye Ozer a 30 salan girtî ma ji zindanê derket

Besiye Ozer a ku di tîrmeha sala 1996an de li Amedê hatibû girtin, piştî 30 salan ji Girtgîha Girtî ya Jinan a Gebzeyê hate berdan. Besiye Ozer li girtîgehên Amed, Mîdyat û herî dawî Gebzeyê hat girtin. Besiye Ozer ji nexweşiyên mejî û dil dihat dermankirin. Besiye Ozer di sala 2017an de li Nexweşxaneya Kocaeliyê ji rehîma xwe emeliyat bibû û di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHDê de bû.

Besiye Ozer ji aliyê malbata xwe, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER), rêxistina DEM Partiyê ya Kocaeliyê, parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû û gelek kesan ve bi kulîlkan hat pêşwazîkirin.