Berxwedêrên 14ê Tîrmehê li 14 navendan hatin bibîranîn

Di salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14ê Tîrmehê de li 14 navendan çalakiyên girseyî hatin lidarxistin û berxwedêrên 14ê Tirmehê hatin bibîranîn.

•
1 deqe xwendin
Berxwedêrên 14ê Tîrmehê li 14 navendan hatin bibîranîn

Di salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14ê Tîrmehê de li gelek bajaran çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Nûnerên saziyên kurdan li Bakur û Rojavayê Kurdistanê bernameyên girseyî li dar xistin. Li 14 navendan çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. 

Kobanê 

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê li avahiya xwe civînek li dar xist. Di civînê de piştî rêzgirtinê hevseroka meclisê Sara Xelîl axivî û got: “Bi saya berxwedana şehîdên 14`ê Tîrmehê Girtîgeha Amedê veguherî qada berxwedanê û ji gelê Kurd re gelek nirx ava kirin. Berxwedana wan heyanî roja îro didome. Şoreşa Rojava mîrasa berxwedana Zindana Amedê bû.”

Sara Xelîl her wiha got: “Bi ruhê Berxwedana 14`ê Tîrmehê em ê her tim tê bikoşin. Wek Meclisa Malbatên Şehîdan em ê her tim mîras û destkeftiyên 14`ê Tîrmehê biparêzin.”

Piştî axaftina Sara Xelîl sînevizyonek li ser têkoşîna şehîdên 14`ê Tîrmehê pêşkêş kirin û civîn bi dawî bû.

Êlih

Bi boneya salvegera Rojiya Mirinê ya 14ê Tîrmehê bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYA-DER) a Êlihê li Navenda Çandê ya Baharê (BKM) bernemaya bîranînê hat lidarxistin. Di bernameyê de nûnerên partiye siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl û kes tevlîbûn. Girseya ku li wir amadebû ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgitinê dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin. Her wiha li ser maseyê wêneyên cangoriyên 14ê Tîrmehê, Alî Haydar Kaytan û yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn danîn. Bi heman awayî li maseyê bi gulên sor û agirê findan jî hatibû xemilandin.

​Endamê MEBYA-DERa Êlihê Şafî Aratemûr di bîranînê de axivî û kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Em wek gelê Kurd dê her tim deyndarê wan bin. Emê li ser riya ku wan nîşanî me daye bimeşin û bîranînên wan heta hetayê zindî bihêlin.”

​Bernameya bîranînê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.

Cizîr

Li Eywana Orhan Dogan a navçeya Cizîrê ya Şirnexê di pêşengiya Mebya-Derê ya Şirnexê de berxwedêrên 14î Tîrmehê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz yên Berxwedana Zindana Amedê bi tevilbûna Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên civakî û gelek welatiyan hatin bîranîn. Wêneyên berxwedêrên 14ê Tîrmehê û Alî Haydar Kaytan li eywana civînê hatin daliqandin.

Bernameya bîranînê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona derbarê 14ê Tîrmehê û jiyana Alî Haydar Kaytan de hatiye amadekirin hat nîşandan.

Piştî nîşandana sînevîzyonê Hevserokê Mebya-Derê yê Şirnex Ramazan Togûrlû got ku Tevgera Azadiyê bi 6 kesan destpê kiriye û îro gehiştiye mîlyonan. Ramazan Togûrlû di berdewama axaftina xwe de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn.

Piştî Ramazan Togûrlû Parlementer Mehmet Zekî Îrmez cangoriyên rêya azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û wiha axivî: “Heya serkeftinê em ê şopdarên rêya wan bin. Di Zindana Amedê de li ber xwe dan û li hember zihniyeta faşîst serî netewamdin. Tevgera Apoyî nîşan da ku ji bilî berxwedanê rêyek din ji bo Kurdan tuneye. Asta îro em gihiştînê bi saya Rêber Apo û têkoşîna berxwedêrên 14ê Tîrmehê ye.”

Bîranîn bi berzkirina dirûşme û çepikan bi dawî bû.

Dîlok

Platforma Saziyên Demokratîk a Dîlokê, bi boneya Hefteya Lehengiyê bernameyeke bîranînê li dar xist. Bîranîn li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Dîlokê pêk hat û gelek rêveber û welatî tev li bûn. Bernameyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre sînevizyona ku behsa wate û girîngiya Hefteya Lehengiyê dike, hat nîşandan.

Bîranîn, piştî axaftinên li ser wate û girîngiya rojê bi dawî

Îzmîr

Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYADER-EGE), di salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de li avahiya Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Parti) a Îzmîrê bernameyeke bîranînê li dar xist. Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partiyê yên Îzmîrê û gelek welatî tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn bi merasîma rêzgirtinê ya ji bo bîranîna kesên di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir.

Di bîranînê de Hevserokê MEBYADER-EGE’yê Mîkaîl Atan axivî û bal kişand ser hovîtî û zilmê ku li Girtîgeha Amedê li dijî mirovahiyê hate kirin. Atan diyar kir ku pêşengên PKK’ê li dijî zilmê serî netewandin û canê xwe feda kirin û wiha got: “Wan got; ‘Di nav van çar dîwaran de tenê bedenek û canekî me heye, emê wî bidin lê emê serî netewînin.’ Hevrêyên me yên mîna Kemal, Alî û Akîf li wir ketin rojiya mirinê û şehîd bûn. Ne tenê ew, gelek lehengên gelê Kurd ên mîna Mazlûm û hevalên wî jî li wir li dijî vê zilmê serî netewandin. Di encamê de, ew Esat Oktay Yildiranê faşîst ê ku digot; ‘Ez ê we hemûyan teslîm bigirim’, li pêşberî vê berxwedana mezin bêçare ma û neçar ma ku daxwazên girtiyan qebûl bike.”

Mêrdîn

Li ser banga MEBYA-DER, TUHAY-DER û Înîsiyatîfa 78’an, li avahiya DEM Partiyê ya Mêrdînê bernameyeke bîranînê hate lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û gelek welatî tevli bîranînê bûn. Bername bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û di axaftinan de minetdariya ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane hate nîşandan. Di axaftinan de hate gotin: “Zindana Amedê cihê herî giran ên êşkenceyê bû. Lê tevî vê yekê jî tu hevalên me ji têkoşîna xwe venegeriyan û bi fedakirina canê xwe nîşan dan ku gelê Kurd heye. Emê her dem minetdarê wan bin. Di heman demê de em soz didin wan ku em ê tu carî wan ji bîr nekin û têkoşîna azadiya Kurd a ku wan canê xwe di oxira wê de da, her dem bidomînin.”

Yek ji şahidên berxwedanê Mehdî Aslan, tiştên ku qewimîn vegotin. Bîranîn bi nîşandana sînevizyonê bi dawî bû.

Erzirom

Platforma Saziyên Demokratîk a Erziromê, bi boneya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, li avahiya Rêxistina Navçeya Tatosê ya DBP’ê bernameyeke bîranînê lidar xist. Di bîranînê de, piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, sînevizyonek li ser berxwedanê hate nîşandan.

Bedlîs

Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYA-DER), li rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Tetwanê bernameyeke bîranînê lidar xist. Bername piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi nîşandana sînevizyonê berdewam kir.

Mûş

Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê jî li avahiya DBP’ê ya Mûşê bernameyeke bîranînê li dar xist. Bername, piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi nîşandana sînevizyonê bi dawî bû.

Colemêrg

Platfomra Saziyên Demokratîk a Colemêrgê bi boneya 14’ê Tîrmehê berxwendana pêşengên Tevgera Azadiyê ya di Zindana Amedê de dan meşandin, bernameya bîranînê lidar xist û sînevîzyonek da nîşandan. Bername li avahiya DEM Partiyê ya Colemêrgê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Bername ji bo hemû cangoriyên demokrasiyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Nûnerê MEBYA-DER’ê Hamdî Taşkin piştî rêzgirtinê axivî û diyar kir ku bi saya wan cangoriyên di Zindana Amedê de jiyana xwe ji dest dane, ev tevger heya vê rojê hatiye û wiha got: “Niha di encama berxwedana wan de hemû cîhan Kurdan nas dike û hebûna Kurdan dizane. Wan miletek ji neyînî aniye heyîniyê û vê gavê dewleta Tirk jî li gel Kurdan pêvajoyek daye destpêkirin. Ev hemû bi saya wan şehîdane. Divê em jî li gorî mîrateya wan tevbigerin û lê bibin xwedî.”

Piştî axaftinê sînevîzyona ku behsa berxwedana 14’ê Tîrmehê dikir, hat temaşekirin û bernameya bîranînê bi dirûşmeyan bidawî bû.

Girkê Legê 

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê bi beşdariya şêniyên bajar û endam û rêveberên saziyên sivîl civînek li Hola Sendîkaya Karkeran a bajarokê Rimêlanê li dar xist. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ferhan Sebrî axivî.

 

Ferhan Sebrî mercên ku Berxwedana 14‘ê Tîrmehê li Girtîgeha Amedê tê de hate destpêkirin vegotin û diyar kir ku ev berxwedan wekî bersiv li hemberî îşkencekirin û binpêkirinên li dijî girtiyên siyasî hat kirin.

Sebrî destnîşan kir ku Berxwedana 14‘ê Tîrmehê veguherî sembola îrade û têkoşîna li hemberî zilmê û bi bîr xist ku şehîdên berxwedanê tevî mercên giran ên ragirtinê rûmeta mirovahiyê û nasnameya siyasî parastin.

Ferhan Sebrî anî ziman ku gelê Kurd dê wefdarên şehîdên xwe be û têkoşîna wan bidomîne.

Civîn bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

Çilaxa 

Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxayê jî bi heman boneyê merasîma bîranînê li dar xist. Di merasîmê de 55 şehîdên din ê herêmê ên di salên cuda de di nava YPJ, YPG, QSD, Asayîş û gerîlayên de canê xwe feda kiriye, hatin bibîranîn.

Merasîma bîranînê li hola PYD‘ê bi beşdariya malbatên şehîdan, şênî, endamên sazî û partiyên siyasî hat lidarxistin. Hola bîranê bi wêneyên Berxwedêrên 14‘ê Tîrmehê û 55 şehîdên herêmê û gulan hatibû xemilandin û mûm jî hatin pêxistin.

Piştî rêzgirtinê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Mihemed Cemîl axivî û got berxwedêrên 14‘ê Tîrmehê girtîgeha Amedê kirin sembola berxwedanê û hewldanên şikandina îradeya gelê Kurd têk birin.

Her wiha îşaret pê kir ku rihê fedaî yê berxwedêran ji nifşan re bû îlham û bi hezaran şervan bi rihê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê têkoşînê didomînin. Mihemed Cemîl diyar kir ku gelê Çilaxayê rêya parastina erd û rêgezên xwe hilbijartiye û şehîda dan, aramiya li herêmê berhema keda wan e.

Piştre sînevîzyonek li ser Berxwedana 14‘ê Tîrmehê û wêneyên 55 şehêdên herêmê hat pêşandan. Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxayê Xezna Temo nasnameyên 55 şehîdan xwendin û wêne diyar malbatên wan kirin.

Bîranîn bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû. 

Dêrik 

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê jî bi beşdariya bi sedan kesî merasîma bîranînê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê li dar xist.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Piling Mêrdîn behsa siyasetên qirkirin û înkarkirinê yên li ser gelê Kurd kir û got Berxwedana 14‘ê Tîrmehê xaleke girîng di dîroka tevgera kurdî de ye.

Piling Mêrdîn di dewama axaftina xwe dde anî ziman ku Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hebûna gelê Kurd îsbat kir û hişt ku bi hezaran li dora projeya têkoşînê kom bibe. Di heman demê de rûpelek nû ya têkoşînê vekir ku dê di bîra gelê Kurd de zindî bimîne.

Bîranîn bi dirûşman bi dawî bû.

Tirbespiyê 

Li bajarê Tirbespiyê jî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi heman boneyê civînek li dar xist. Nûnerên pêkhateyên herêmê û şêniyên bajar tev li civînê bûn.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre belgefîlmek li ser berxwedana zindanan hat pêşandan.

Di civînê de hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Silêman Ereb axivî û destnîşan kir ku Berxwedana 14`ê Tîrmehê li hemberî kiryarên înkarê û belavkirina çanda berxwedanê di nava gelê Kurd de roleke diyarker lîst.

Silêman Ereb da zanîn ku têkoşîna ku niha li Kurdistanê tê jiyîn, berdewamiya mîrateya berxwedana 14`ê Tîrmehê ye.

Amûdê 

Meclisa PYD‘ê ya bajarê Amûdê jî li navenda xwe ya li bajêr civînek li dar xist. Endamên PYD`ê, nûnerên saziyan û şênî beşdarî civînê bûn.

Di civînê de şehîdên Berxwedana 19`ê Tîrmehê hatin bîranîn. Beşdaran diyar kir ku ew ê bi fikra xwe ve girêdayî bin û ew ê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.

Civîn bi pêşandana belgefîlmeke têkildarî bûyerên berxwednan zindan a 14`ê Tîrmehê bi dawî bû.

Hesekê

Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa PYD‘ê yên bajarê Hesekê li navenda PYD`ê ya li bajêr çalakiyeke bîranînê li dar xist. Nûnerên Rêveberiya Xweser, endamên komîn, partiyên siyasî, rêxistinên jinan û meclisên xwecih beşdar bûn.

Çalakiyê rêzgirtin dest pê kir, paşê bi navê meclisê Ebdulxenî Oso axivî û da zanîn ku berdêlên ku şehîdên berxwedanê dane, bûne bingeh ji bo berxwedana ku heta niha didome.

Oso destnîşan kir ku qonaxa duyemîn a têkoşînê girêdayî Şehîd Hakî Karer e û ev li gotinên xwe zêde kir: "Şehîd Hakî li hemberî rejîmên desthildar tê koşiya. Şehadeta wî meşa têkoşînê ranewestand, lê bû pêngava ber bi rêxistinkineke mezintir ve ku di avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî bûye sembola têkoşîna Kurdî û hêza çalak a Kurdistanê de roleke girîng lîst."

Çalakî bi pêşandana senvîzyoneke der barê şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê de bi dawî bû.

Til Temir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Til Temirê, çalakiyeke bîranînê li Hola Şehîdan a li bajêr bi beşdariya bi dehan malbatên şehîdan, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û civaka herêmî li dar xist.

Çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê cîgirê hevserokên Meclisa Bajarê Til Temir Hesen Oso axivî û diyar kir ku Berxwedana 14`ê Tîrmehê xaleke girîng di dîroka tevgera Kurdî de ye, çanda berxwedana li hemberî kiryarên dewleta Tirk li dijî Kurdan mezin kir.

Oso bal kişand ser berxwedana Mazlûm Dogan û da zanîn ku ew yek ji sembolên herî girîng ên wê qonaxê ye. Ew bûyerên ku rû dan hişmendiya berxwedanê ya girêdayî bikarnîna îrade û rûmetê li beramberî înkarkirinê bi hêz kir.

 

Oso destnîşan kir ku Berxwedana 14`ê Tîrmehê ne tenê li hember rewşa girtinê bû, ew bû semboleke siyasî û manewî ji bo nifşên bê jî. Dilsoziya bi berdêlên ku şehîd ji bo azadî û edaletê dane, bi şopandina rêya wan pêk tê.

Oso da zanîn ku berxwedan ne tenê li hemberî êrişên leşkerî de çêdibe, lê di heman demê de ji bo parastina jiyan, nasname û mafan jî tê kirin.

Çalakiya bîranînê bi pêşandana sevîzyoneke der barê Berxwedana 19`ê Tîrmehê de bi dawî bû.

Dirbesiye

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Dirbêsiyê li Navenda Çand û Hunerê çalakiyeke bîranînê li dar xist. Li çalakiyê bi dehan şênî û endamên saziyên civaka sivîl amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Kanî Efrîn axivî û da zanîn ku berdêlên ku şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê dane ji bo wan ciheke girîng digire.

Çalakî bi pêşandana sînvîzyoneke li ser Berxwedanan 14`ê Tîrmehê û greva birçîbûnê ya di zindanan de bi dawî bû.