'Berdana girtiyên jin asteng nekin'
TUHAD-FED û rêxistinên hiqûqê li ber Girtîgeha Jinan a Sîncanê daxuyanî dan û nerazîbûn nîşanî biryarên Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê dan ku berdana girtiyên cezayê wan qediyaye asteng dike; hat destnîşankirin ku ferzkirina poşmaniyê û dirêjkirina cezayan bi awayekî keyfî ye û hat xwestin ku 8 girtiyên jin ên li Sîncanê demildest bên berdan.

Federasyona Komeleyên Piştgirî û Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hukûmxwaran re (TUHAD-FED), li dijî biryarên keyfî yên Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehan ku berdana girtiyên jin asteng dike, li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di çalakiyê de parlamenterên DEM Partiyê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û gelek nûnerên saziyên sivîl amade bûn.
Girseya ku pankarta bi nivîsa "Em li dijî astengkirina berdana girtiyên siyasî di nobedê de ne" vekir, dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî berxwedana zindanan" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" berz kirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Nûnera Enqereyê ya TUHAD-FED'ê Sîhan Kaya ve hat xwendin.
'Berdana 8 girtiyên jin bi keyfî tê taloqkirin'
Sîhan Kaya da zanîn ku lijneyên çavdêriyê ji sala 2021ê vir ve bi hincetên pûç û bêbingeh berdana girtiyan taloq dikin û got: "Tenê li Girtîgeha Sîncanê berdana 8 jinên girtî bi awayekî keyfî tê astengkirin. Di nav wan de girtiyên nexweş, astengdar û yên ku 30 sal in di zindanê de ne jî hene. Li ser girtiyan poşmanî tê ferzkirin. Di serdemeke ku em behsa Aştî û Civaka Demokratîk dikin de, ev sepanên lijneyan nakokiyeke mezin derdixin holê."
Kaya destnîşan kir ku lijne nikare li şûna dadgehan biryarê bide, ceza bi awayekî fîîlî dirêj bike an jî bibe amûreke tolhildanê; ji ber wê divê jinên dema berdana wan hatiye demildest azad bibin û derbarê berpirsên van biryaran de lêpirsîn were vekirin.
Bozdag: Ev sepan baweriya bi aştiyê lewaz dikin
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag jî bal kişand ser rapora komîsyona meclisê ya têkildarî Aştî û Civaka Demokratîk û banga pêkanîna xala derbarê maf û azadiyan kir. Bozdag destnîşan kir ku astengkirina mafê berdana girtiyên siyasî baweriya civakê ya bi pêvajoya çareseriyê dihejîne û qels dike.


