Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin.

Berdana Nûriye Adet a 32 sal in girtî ye û di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de tê ragirtin, cara 6an hat taloqkirin.

•
1 deqe xwendin
Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin.

Nûriye Adet a 32 sal in girtî ye û di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de tê ragirtin, cara 6an ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hat taloqkirin. Nûriye Adet a ku ji sala 2024an ve berdana wê tim tê taloqkirin, vê carê salekê hat taloqkirin.

Dema civîna Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya ji bo berdana Nûriye Adet 19ê Tebaxa 2027an e.