Beqên li dor mala me
Gaston Bachelard dibêje ku mal ne avahiyek e, ew bîranîna laşî ya ewlehiyê ye. Lê çi dibe gava ewlehî ji derve tê? Gava deng û hebûnên bêdaxwaz dikevin nav wî cihî ku divê tenê yê te be?

Beq hebûn li mala me. Diketin xewnên min dema ez zarok bûm û ji wan aciz bûm. Ez nizanim ji ber çi jî ji wan aciz bûm. Dema dibû bihar bi yek carê, qefle bi qefle, hêdî hêdî li dor mala me tije dibûn, di nav himamoka di hewşa me de. Pirî caran di midbexa me de, ji ber ku midbex û serşo yek bû rêya me pir bi wir diket. Rojekê xwişka min ez şandim qedeha çayê, dema min destê xwe dirêjî selika laylonî kir min xwe nedî. Hema bibêje deh heb beqan xwe çimî vî alî, wî alî kir û min bi lez, bi qêrîn û hawar berî da deriyê derve yê di hêwanê de vekirî. Çi ji me dixwest min fêm nedikir. Ji bo çi li dor mala me civîn digirtin, dibû qebqeba wan guhên min ker dikirin. Her şev bi girî radizam, ew jî ajalên xwezayê bûn, qaşo bêzirar bûn lê zirar didan derûniya min.
Gaston Bachelard dibêje ku mal ne avahiyek e ew bîranîna laşî ya ewlehiyê ye. Lê çi dibe gava ewlehî ji derve tê? Gava deng û hebûnên bêdaxwaz dikevine nav wî cihî ku divê tenê yê te be? Zarok vê yekê bi laş hîs dikin, berî ku bi peyvan hîn bibin.
Simone Weil dibêje ku bindest ew e ku dengê wan nayê bihîstin ne ji ber ku ew bêdeng e, lê ji ber ku zimanê wan nayê zanîn. Beq jî wiha bûn ji min re: Diaxivîn, bi şev diaxivîn, lê peyvên wan ne zimanê min bû. Min jî wiha hîs dikir carînan dengê min heye lê cih tune ye ku li wir olan bide.
Kafka dibêje hin derî ji hemû aliyan têne girtin ne bi zincîr, ne bi kilît, lê bi hebûneke nexuyayî ya li ber derî. Tu dizanî ew cih yê te ye, lê laşê te nizane çawa bikeve hundir. Wê şeva selika laylonî, dema beqan ji çar aliyan xwe çengî ser min kir, min xwe di mala xwe de biyanî hîs kir.
Albert Camus dibêje ku serhildana rastîn ne bi çekan e ew bi jiyanê re berdewam e, di nav tirsê de, di nav bêmaneya zordariyê de. Her sibeh radibûm. Hewş hê jî tije bû. Beq hîn jî li wir bûn. Lê ez jî li wir bûm yanî di quncikê dilê xwe de.
Ew şevên bigirî niha şopên xwe di derûniya min de hiştine. Ne tenê tirs lê ew hesta ku cihê te dikare ji te were standin. Ku dengek dikare mala te dagir bike, ruhê te dagir bike, xewna te dagir bike û tu nikarî ji kesî re bibêjî ji çi ditirsiyam, ji ber ku ew tenê beq in, qaşo bêzirar in.
Bachelard rast dibêje: Em malên xwe ji bîr nakin, em di wan de dimînin, lê ew jî di me de dimînin. Ew beq jî wiha bûn, wekî hemû tiştên din ku bê daxwaza me hatin û di ruhê me de kok girtin.


