Belgefîlma ‘Awazî balekan’ û asta sînemaya kurdî!

Belgefîlma Awazî Balekan, herçend berhemek sade, civakî û bêalî xuya bike jî di bingeha xwe de berhemeke xwedî peyamên polîtîk e û kûr e. Ev polîtîkbûn jî ne bi sloganên rasterast, ne jî bi gotinên dîdaktîk tê vegotin.

•
1 deqe xwendin
Belgefîlma ‘Awazî balekan’ û asta sînemaya kurdî!

“Ji salan bihar bû, em diçûn seyranê.

Kuro, îsal bihara me bû zivistan.

Axx heger tu zanî, ez ji bo te çawa me.

Kuro, di nava min de heye heft pêtên ji agirê dojê.

Kuro, sala îsal li min bûye jehra marê reş…”

Erê, ev rist ji sahneya dawî ya belgefîlma “Singing Wings” (Awazî Balekan) in…

Gotinên stranekê ye û li ser lêvên jineke pîr diherike. Bi dengek westiyayî, bi awayek xemgînî, behsa pîrbûniya xwe dike. Bi hemû bargiraniya salan, vedibêje; xemgînî, poşmanî û dilşikestina jiyanê tîne ser ziman.

Bêguman  belgefîlma “Awazî Balekan” ji vanan jî zêdetir û kûrtir e. Derhêner Hemin Xalidî, wekî tematîkî, mijarên gerdûnî yên wekî aîdiyet, koçberî, wendabûn û berxwedanê di çarçoveyeke herêmî de dibîne û balê dikişîne ser jiyan û rewşa kurdan. Ji vegotina çîrokekê zêdetir e û têgihên bîr, nasname û berxwedanê di nav yekîtiya dîtbar û deng de bi şêweyeke kûr û xurt vedibêje. 

Belgefîlm, li gundê bi navê Darreh Tafī, yê girêdayî bi Merîwana rojhilatê Kurdistanê, derbas dibe. Ev gund li ber gola Zirêbarê yê û li herêmê wek gundê Leglegan jî tê naskirin. Ji ber ku her bihar bi sedan, refên Leglegan ji Afrîkayê koçî vir dikin, havîna xwe li vir derbas dikin. Mijara navendî ya belgefîlmê jî têkiliya pîrejinekê û leglegeka birîndar e.

Di navbera mayîn û çûyînê de !

Ev pîrejina navê wê Xecê, xwedî mîzahek xurt e. Hîsa mîzahê ya xwezayî ya jina pîr, li ser rûyê temaşevanan kenekî diafirîne. Ev jî dibe hêza sereke ya bingeha fîlmê. Ev jin di heman demê de xwecihê herêmê ye. Derhêner, zor, zehmetî û xizaniya gelê xwe di şexsê vê pîrejinê de bi şêwazek mîzahî tîne ser perdeya spî. Belgefîlm di cîhanek efsûnî û jiyana rojane ya çîrokwarî de diherike… 

Pîrejina navê wê Xecê 78 salî ye. Rojek ew rastî Leglegeke birîndar tê. Baskên wê li tela elektrîkê ketine û birîndar bûye. Ji ber birîndariya xwe bêhel û bêtaqet maye. Dayika Xecê dixwaze beriya payîz were, leglegê sax bike. Ji bo wê dikeve nav hewldanek pir mezin. Destpêkê dibe bajêr gel bijîşkê ajalan. Pêşniyara bijîşk, derman, xwarinên baş û taybet e. Ew jî her dem goştê baş û xwarinên baqij amade dike. Dema ew jî çare nabe bi ciwanên gund re diçe ber gola Zirêbarê ji bo leglegê masiyan digire. Armanc û daxwaza wê hetanî dema koçbûnê wê sax bike. Lê jiyana vê pîrejina 78 salî ne tenê xwedîkirina vê leglegê ye. Ew bi mêrê xwe yê 100 salî re jî eleqeder dibe. Çavên wî baş nabînin û hesûdiya leglegê dike û ji vê rewşê gelek eciz e. Dayika Xecê li aliyê din jî bi pirsgirêkek din re jî rû bi rû dimîne. Xwestina keça wê ji bo çûyîna Brîtanyayê heye. Ew di nav vê gengeşiyê de jiyana xwe didomîne. Fîlm jî behsa koçkirina legleg û mirovan bi hev re dike. Xecê ji aliyekî ve dixwaze rojek berê leglegê sax bike û bigihînê refên wê, lê ji aliyê din ve jî naxwaze keça wê koçî welatek xerîbiyê bike. Derhêner mijara çûyîn û mayînê, psîkolojiya mirovan a dudil bi awayek serkeftî nîşanî temaşevanan dide. 

Ji çîrokên takekesî ber bi vegotina kolektîf

Derhêner Hemin Xalidî, di fîlma xwe de, ji vegotina klasîk a şêwaza belgefîlmê zêdetir, temaşevanan dixe ser rêyek hestiyariyê. Hevpeyvîn, dîmenên xwezayê û sahneyên sembolîk di nav hev de hatine honandin; mirov carinan rastî şopên sînemaya ceribandinî jî tê. Bi vî awayî, berhem ne tenê agahiyê dide, di heman demê de li ser temaşevan bandorek hestiyarî jî çêdike. Bi taybetî motîfên kevneşopiya kurdî bi teknîkên nûjen ên sînemayî hem hatiye parastin, hem jî  nîşanî temeşevanên sînemayê yên cîhanê dide. Ji aliyê tematîkê ve jî Awazî Balekan mijarên gerdûnî yên wekî aîdiyet, koçberî, wendabûn û berxwedanê di çarçoveyeke herêmî de digire dest. Ev jî fîlmê ne tenê ji bo temaşevanên kurd, lê ji bo temaşevanên ji erdnîgariyên cuda jî watedar dike. Di fîlmê de  cih û mekan jî wekî paşxaneyeke sabît, nehatiye bikaranîn. Bêhtir wekî qadeke nasnameyê ya herdem diguherî hatiye destgirtin. Mijara koçberiyê ji cih û warê xwe dûrxistinê û aidiyetê bi rêya çîrokên takekesî digihijîne zimanekî gerdûnî.    

Estêtîka polîtîk û berxwedan

Belgefîlma Awazî Balekan, her çend berhemek sade, civakî û bêalî xuya bike jî di bingeha xwe de berhemeke xwedî peyamên polîtîk û kûr e. Ev polîtîkbûn jî ne bi sloganên rasterast, ne jî bi gotinên dîdaktîk tê vegotin. Berevajî vê, derhêner bi rêya motîfên estetîk û bi hûnandina sînemetografîk van peyaman dide. Di dîmenên fireh û kûr de,  şêwaza vegotina parçeyî de û di kêliyên bêdeng ên dirêj de, mirov dikare bi zelalî travmayên kolektîf û kesane bibîne. Ev hêmanên formel ne tenê amûrên estetîk in; ew bûne zimanê fîlmê yên berxwedanê. Bêdengî li vir ne valahî ye lê bargiraniya tiştên ku nayên gotinê ne. Derhêner Xalidî li ser têkçûn û tengasiya di navbera yê xuya û yê nexuya, yê gotî û yê bêdengkirî de avahiyeke vegotinê ya tevlihev û bihêz ava dike. Ev têkilî û nakokî, temaşevanê ne tenê wekî şahidekî dûr dihêle. Berevajî, ew wî yan jê vedixwîne ku pozîsyoneke etîk bigire, ku berpirsyariya dîtinê û ne-dîtinê, ya guhdarîkirinê û ya bêdengmayînê, li ser xwe bigire. Bi vî awayî, Awazî Balekan ne tenê belgefîlmek e; ew ezmûneke estetîk û siyasî ye ku polîtîkayê di nav formê de vedişêre û di heman demê de jî wê aşkere dike. Estetîk li vir ne xemilandinek e, bi awayekî berxwedanê hatiya nîşandan.

Deng, bîr û subjeya polîtîk

Yek ji aliyê herî bihêz ên fîlmê sêwirandina deng e. Li vir deng ne tenê amûrek temamker e; ew avakerê vegotinê ye, xwediyê ruhê. Derhêner Hemen Xalidî, dengê mirovan, dengê şînê, nefesên xwezayê û melodiyên muzîkê di diyalektîkeke zindî de bi hev ve girê dide. Her deng, her bêdengî, wekî pêlekê li ser avê, bîra tepeserkirî ji kûrahiya axê derdixe û dîsa zindî dike û jîn didê. Ji perspektîfa “sound studies” (xebatên dengî) ve ev nêzîkatî ne tenê estetîk e; ew siyaset e. Deng dibe hilgirê şahidiya takekesî û di heman demê de bîra kolektîf a neteweyekê. Di çanda devkî ya kurdî de gotin hê jî ji nivîsê bihêztir e, çîrokên ku li ser ekranê diherikin ne tenê rabirdûyê belge dikin. Berxwedanek nûjen û estetîkê jî bi pêş dixe. Ji bo wê jî mirov dikare bi kurtasî fîlmê di çarçoveya, “Teoriya Postkolonyal” de bigre dest û binirxîne. 

Di sînemaya kurdî de berhemek girîng: Awazî Balekan 

Bi kurtasî belgefîlm Awazî Balekan, di sînemaya kurdî de hem ji aliyê estetîk ve hem jî, ji aliyê teorîk ve berhemek gelek girîng e. Ev jî di cîhanê de ast û pêşketina sînemaya kurdî nîşan dide. Derhênerê kurd Hemin Xalidî di vê fîlmê de sînemayê ji amûreke temsîliyetê derdixe û derbasî qadeke din dike; bîranîn ji nû ve ava dibe, nasname ji nû ve tê fikirandin û berxwedan vediguhere formek estetîk. Bi vî awayî fîlm ne tenê tê temaşekirin, lê belê dibe tecrûbeyeke sînemayê ku li ser tê fikirîn, nîqaşkirin û ji nû ve şîrovekirin. 

Ji ber vê serkeftinê belgefîlma Awazî Balekan di hemû cîhanê de di gelek Mihrîcanên Fîlmên Navnetewî de hat nîşandan û gelek xelat wergirtin.