Bêdengkirina ziman

Îro dema ku em li paş dinihêrin, tişta ku tê dîtin hew dîrokeke zextê nîne; ew dîroka israrê ye jî. Israra hebûnê, israra axaftinê, israra bîranînê… û belkî jî girîngtirîn israra redkirina jibîrkirinê ye.

•
1 deqe xwendin
Bêdengkirina ziman

Bêdengkirina sazûmanî ya zimanê kurdî di zêdetirî sed salan de, ne tenê meseleya perwerdeyê ye; ew di heman demê de endezyariya aşkere ya dîrokê, qutkirineke hişmendiya bîra civakî û siyaseta dorpêçkirina çandî ya sistematîk e. Bê dibistan hiştina zimanekî; ne tenê ziman ji qada giştî derdixe; her wiha pêşeroja ziman jî dixe bin xeterê. Ji ber ku dibistan ew cih e ku ziman lê hilmê dide û distîne. Saziya zanistî jî ew aqil e ku wê hilmê domdar dike. Dema ku ev her du bi awayekî zanebûn tên astengkirin, tenê tişta dimîne bîranîna parçeparçe, vegotineke hatî perçiqandin û têkoşînek hebûnê ye ku her dem tê bipaşxistin .

Ev tablo ne jixweber e. Berevajî vê, ew beşek ji pergala înkarê ye ku her hûrguliyeke wê hatî plankirin. Astengkirina avakirina saziyên akademîk ên ku diviyabû pêşveçûna ziman peyda bikin, ne tenê îhmalkariyek îdarî ye; ew rasterast stratejiya kontrolê ye. Ji ber ku zimanê bi pêş neketiye nikare ramanê hilberîne; civaka ku nikaribe ramanê hilberîne jî her dem mehkûm e ku ji derve were pênasekirin. Ev cureyeke kolonîkirina bêdeng e: bi axê (xakê) re hiş jî tê dagirkirin.

Yek ji rûyên herî hişk ên vê pêvajoyê jî mekanîzmayên cezakirinê ne. Ji ferzkirina ceza li ser her peyvekê heta krîmînalîzebûn, cureyên sûcdariyan, pratîkên ku hatine meşandin ziman bi xwe veguherandine tiştekî sûcbar. Li ser hebûna herfên wekî Q, W, X “delîla rêxistina neqanûnî” îlan kirin. Di rastiyê de tê wê wateyê ku cihêrengiya xwezayî ya ziman wek sûc were dîtin. Di vê xalê de êdî hiqûq dibe amûrek ji bo tepisandina ziman bixwe.

Cezayên girtîgehê yên salan dirêj, siyaseta sansorê û pêkanînê burokratîk, ne tenê kesan, lê qada vegotina kolektîf a gelekî jî dike armanc. Avahiya fermanî ya burokrasiya dewletê ku heta nav jiyana rojane tê, hewl daye ku ziman ne tenê ji qada giştî, lê ji qada hişmendiyê jî derbixe. Ev her çend wekî siyaseteke birêkûpêk xuya bike jî, di bingeha xwe de endezyariya asîmîlasyonê ye.

Lê dîrok ti carê tenê ji aliyê zordaran ve nayê nivîsandin. Ji ber ku her hewldana tepisandinê, di heman demê de çepereke berxwedanê jî diafirîne. Hebûna wan kesên ku tevî işkence, qedexe û cezakirinê bi paş ve neçûn, îspat kiriye ku ev ziman ne tenê amûrek ji bo ragihandinê ye, lê awayekî hebûnê ye jî. Ziman ne hew hatiye axaftin; ew hat hilgirtin, hat parastin û bi dayîna berdêlan zindî hat hiştin.

Ev berdêl gelek caran giran bûye. Lê ji ber vê yekê jî wateya wê mezintir e. Ji ber ku di dîrokê de hinek tişt ne tenê bi fêrkirinê, lê bi berxwedanê jî hebûnê diparêzin. Ku zimanê kurdî îro jî tê axaftin, tê nivîsandin û tê veguhastin, encama rasterast a vê berxwedanê ye. Her qedexe, her ceza, her hewldana tepisandinê; bi awayekî paradoksal, ev ziman veguherandiye bîranîneke herî kûr.

Wan kesên ku karîbûn berxwedanê nîşan bidin, ne tenê sax man, li dîrokê şop jî hiştin. Ji ber ku dîrok; ne tenê tomara ku desthilatdar nivîsandiye; ew ji nîşeyên wan kesan e ku li hember desthilatê axaftin domandine jî tê çêkirin. Her dengê ku hat xwestin bêdeng bibe, li cihekî dinê bû dengvedan; her şopa ku hat xwestin were jêbirin, di bîranînê de zêdetir kûr bûye.

Îro dema ku em li paş dinihêrin, tişta ku tê dîtin hew dîrokeke zextê nîne; ew dîroka israrê ye jî. Israra hebûnê, israra axaftinê, israra bîranînê… û belkî jî girîngtirîn israra redkirina jibîrkirinê ye.

Ji ber ku heke ziman bijî, gel jî dijî. Heke ziman bêdeng bibe, ne tenê peyv, lê hemû îhtîmalên pêşerojê yên gelekî jî bêdeng dibin. Ji ber vê yekê têkoşîna ziman, di bingeha xwe de têkoşîna jiyanê ye. Û ev têkoşîn, ne bi qanûnekê, ne bi cezayekê û ne bi qedexeyekê bi tevahî hatiye tunekirin û ziman dê her tim bijî.