Batmaz piştî 30 salan hat berdan
Ekrem Batmaz ê beriya 30 salan li Şirnexê bi îdiya “xerakirina yekitiya dewletê” hatibû girtin îro ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê ku lê dihat ragirtin hate berdan.

Ekrem Batmaz ê beriya 30 salan li Şirnexê bi îdiya “xerakirina yekitiya dewletê” hatibû girtin îro ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê ku lê dihat ragirtin hate berdan. Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê û malbata wî ya li pêş girtîgehê disekinîn Batmaz pêşwazî kirin. Batmaz li vir çû bajarê xwe Şirnexê. Hat zanîn ku Batmaz wê li Cizîrê bi awayekî girseyî were pêşwazîkirin.


