Başûr kirine du parçe!

Ji ber ku PDK û YNK di aliyê siyasî, aborî û rêvebiriyê de li hev nakin, 17 meh in nikarin hikûmetê ava bikin. Li şûna bibin yek û hikûmetê ava bikin, bêhtir bi her awayî ji hev dûr dikevin. YNK û PDK bêhtir sînoran dixin nav xwe û di aliyê erdnîgarî de jî parçe dibin.

•
1 deqe xwendin
Başûr kirine du parçe!

Biryarderê Tevgera Helwest, Elî Heme Salih, têkildarî rewşa PDK û YNKê destnîşan dike ku di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de sînor hatiye xêzkirin û xebat li ser parvekirina Herêma Kurdistanê tê kirin. Elî Heme Salîh bi bîr dixe ku Bexda, Enqere û welatên cîran dixwazin herêm bibe du birêvebirî û van agahiyan dide: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê sînorê di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de girtiye û destûr nayê dayîn ku bi dehan kamyonên ku derman û pêdiviyan hildigirin ji xalên kontrolê yên di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de derbas bibin.” 

Elî Heme Salîh bi bîr dixe ku li Herêma Kurdistanê di navbera YNK û KDP de sînorê fermî hatiye xêzkirin û xalên sînor, erd, ewlehî û hêzên leşkerî hemû hatine dabeşkirin. 

Têkildarî parçebûna herêma Başûrê Kurdistanê, Endamê Partiya Navend a Biryar û Parlamenterê Iraqê û Dr. Galib Muhuma gotina Elî Heme Salîh pişt rast dike û van agahiyan dide: “PDK û YNKê herêm kirine du parçe. Di navbera YNK û PDKê de êdî ti têkilî nemaye. Êdî têkiliya aborî jî qut bûye. Berhemên petrolê yên wekî mazot, benzîn û hwd naçin û nayên. Dîsa derman, xwarin û tiştên jiyanî naçin û nayên. Dibêjin di navbera PDK û Yekîtiyê de têkilî qut bûye. Ne tenê ji aliyê siyasî ve, ji aliyê erdnîgariyê ve jî têkilî qut bûye û herêm bûye du parçe.”  

Siyasetmedar Dr. Galib Mihemed bal kişand ser aliyê îdarî jî û got: “Aliyê îdarî jî bûye du parçe. Her partî îdariya xwe bi rê ve dibe. Êdî têkiliya di navbera wan de jî qut bûye. Ew qutbûna di navbera herêm û partiyan de berê hebû. Lê kêm bû. Niha berbiçavtir û zêde bûye.”  

Dr. Galib Mihemed bi bîr xist ku di aliyê maliyê de jî her kes biryara xwe dide û wiha axivî: “Her herêm li gorî xwe biryarê werdigire. Bûye wekî partî û herêmên malbatî. Ev têkilî û dan û standin hêdî hêdî ber bi rizînê ve diçe. Têkiliya wan her ku diçe xera dibe. Li herêma Başûr bi taybetî eşîrî pir bi pêş ketiye. Herî zêde li Hewlêrê feraseta eşîrtiyê li pêş e. Têkiliya siyasî, aborî rabûye û cihê xwe ji têkiliyên eşîrtiyên re hiştiye.”