Bangên ji bo yekîtiya kurdan
Îro, kurd bi pirsgirêkek bingehîn re rû bi rû ne: çawa qurbanî û destkeftiyên xwe yên girîng veguherînin projeyeke siyasî ya domdar? Ev armanc nikare bi serdestiya komekê li ser komeke din, ne jî bi dûrxistina ti pêkhateyeke siyasî yan civakî were bidestxistin.

Bangên ji bo yekîtiya neteweyî di nav guhertin û veguhertinên kûr ên li Rojhilata Navîn de rûdidin, xwedî girîngiyeke bêhempa ne. Guhertinên jeopolîtîk ên bilez û jinûvediyarkirina pergal û hevsengiyên hêzê li herêmê, hêzên kurdî neçar dikin ku gelek amûr û retorîka xwe ya siyasî ji nû ve binirxînin û ji qonaxa dirûşman derbasî qonaxa avakirina saziyên neteweyî yên hevpar bibin. Di vê çarçoveyê de, bangên Rêber Abdullah Ocalan ji bo yekîtiya neteweyî ya kurdî wekî hewldaneke ji bo rêvekirina li ber danûstandinên cidî derbarê pêşeroja têkiliyên di navbera hêzên cihêreng ên kurdî de derdikevin pêş. Lê belê, serkeftina her bangekê ji bo yekîtiyê, ne tenê girêdayî asta hêza gotaran tê pîvandin, lê bi şiyana wê bangê ya veguherîna mekanîzmayên pratîkî û hêza saziyên mayînde, yên ku dikarin cudahiyên siyasî bi rê ve bibin û wan ber bi xizmeta berjewendiyên neteweyî yên bilind ve bibin tê pîvandin.
Ezmûnên kurdan di deh salên borî de îspat kirine ku pirsgirêka bingehîn ne hebûna cudahiyên rewşenbîrî yan siyasî bû, lê nebûna çarçoveyeke neteweyî ya hevgihînî bû ku dikare van cudahiyan organîze bike û wan veguherîne çavkaniyeke hêzê. Cudahî di her civaka siyasî de diyardeyek xwezayî ye, lê metirsiya wê, dema ku cudahî dibe cîgirê hevkariyê, an jî dema ku pêşbaziya siyasî vediguhere rewşeke polarîzasyona mayînde, dest pê dike. Ji ber vê yekê girîngiya bangên dubarekirî ji bo kongreke neteweyî ya berfireh a kurdî heye. Kongre bi serê xwe ne armancek e, lê belê amûreke ji bo avakirina bingeheke hevpar di navbera hêz û aktorên siyasî, civakî û çandî yên cihêreng de. Ew di heman demê de derfetekê pêşkêş dike ku ji danûstandina herdem tawanbariyan li hember hev bi kar tînin derbas bibe û li ser pirsgirêkên bingehîn ên ku gelê kurd li hemû beşên Kurdistanê pê re rû bi rû ye guftûgo bikin.
Her kongreyeke neteweyî ya serketî divê ji sloganên giştî derbas bibe û pirsgirêkên pratîkî û zelal çareser bike, di nav de: destnîşankirina berjewendiyên neteweyî yên hevpar ên ku dikarin bingeha hevkariyê di navbera aliyên cihêreng de çêbikin, avakirina mekanîzmayan ji bo birêvebirina nakokiyên siyasî bêyî ku serî li tawanbariyên xiyanetê û gurkirina medyayê li hember hev bidin, lihevkirina li ser prensîbên giştî ji bo parastina destkeftiyên kurdan li herêmên cuda, xurtkirina rola jin, ciwan û rewşenbîran di biryardana neteweyî de û afirandina kanalên berdewam ji bo diyalog û hevrêziyê di navbera hêzên siyasî de. Wekî din, serkeftina kongreyê hewcdariya wê bi beşdariyeke berfireh heye, ku tenê ne girêdayî partiyên siyasî be, ji partiyên siyasî wêdetir be. Yekîtiya neteweyî ne tenê meseleyeke partîtî ye, lê belê meseleyeke civakî ye ku beşdariya akademîsyen, rewşenbîr, rêxistinên civaka sivîl, jin, ciwan û kesayetên welatperwer yên serbixwe hewce dike. Berevajî vê, berdewamiya gotar; înflamasyon (bînteng) û tohmetkirina hevdu bi xiyanetê, xizmeta ti projeyeke neteweyî nake. Pêwîst e bizanibin ku gelên destkeftiyên stratejîk bi dest xistine, ew in yên ku karîbûn di navbera nelihevkirinên xwe yên cuda de, tevî nakokiyên siyasî yên berdewam, bingeheke hevpar ava bikin.
Îro, kurd bi pirsgirêkek bingehîn re rû bi rû ne: çawa qurbanî û destkeftiyên xwe yên girîng veguherînin projeyeke siyasî ya domdar? Ev armanc nikare bi serdestiya komekê li ser komeke din, ne jî bi dûrxistina ti pêkhateyeke siyasî yan civakî were bidestxistin, lê bi avakirina hevkariyeke neteweyî ya li ser bingeha diyalog û rêzgirtina hevbeş; tê avakirin û bi dest xistin. Qonaxa heyî hişmendiyek nû dixwaze ku ji pirsa ‘Kî çêtirîn kurdan temsîl dike?’ derbas bibe û bibe pirseke girîngtir: "Hemû hêzên kurdî çawa dikarin bi hev re bixebitin da ku berjewendiyên hevpar biparêzin?" Pêwîste bizanibin ku yekîtî nayê wateya jiholêrakirina nakokiyan, lê belê ew tê wateya çawaniya birêvebirina wan, di çarçoveyeke neteweyî ya berfireh de. Ji ber vê yekê, nirxa rastîn a her bangewaziyekê ji bo yekîtiya neteweyî, ne di axaftin an di daxuyaniyan de ye, lê di şiyana wê ya hilberandina gavên pratîk, saziyên hevbeş û kongreyeke neteweyî ya berfireh de ye, ku deriyê qonaxeke nû ya çalakiya hevbeş a kurdan vedike. Tenê wê demê em dikarin ji axaftina li ser yekîtiyê derbasî pratîkkirina yekîtiyê bibin û ji bilindkirina dirûşman derbasî avakirina hevkariyên neteweyî bibin, ku bikaribin bi pirsgirêkên pêşerojê re rû bi rû bimînin û di asta hilgirtina pirsa kurdî de bin.


