Banga stratejiya hevpar û yekîtiya neteweyî kirin

Kurdistanî di sala 103yan a Peymana Lozanê de li bajarê Lozan ê Swîsreyê kom bûn û banga yekîtiya neteweyî û stratejiya hevpar kirin.

•
1 deqe xwendin
Banga stratejiya hevpar û yekîtiya neteweyî kirin

Kurdistaniyan û dostên kurdan di 103yemîn salvegera Peymana Lozanê ya bûyî sedema çar parçekirina Kurdistanê, çalakî li dar xistin. Di pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de Kurdistanî û dostên wan li bajarê Lozan ê Swîsreyê kom bûn û li ber Château d'Ouchy (Place du Vieux-Port) a ku peyman lê hatî îmzekirin, daxuyanî dan. Bername ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê û bi sirûda Ey Reqîp destpê kir.

Bi şîara “Rewş, Berpirsyarî, Stratejiya Hevpar” çalakî li dar xistin. Ji çar parçeyên Kurdistanê nûnerên partiyên siyasî, akademisyen, hunermend, rêxistinên civakî yên sivîl û gelek Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn. Di çalakiyê de bandora Peymana Lozanê ya li ser gelê kurd, yekîtiya neteweyî, stratejiyên têkoşîna hevpar û asta hiqûqî ya navneteweyî ya pirsgirêka Kurd hate nirxandin.

Hevserokê KNKê Ahmet Karamûs axaftina vekirinê kir û bal kişand ser encamên dîrokî yên Peymana Lozanê û got: “Peymanê Kurdistan kir çar parçe û gelê kurd bêstatu hişt û destnîşan kir ku kurd sed sal in li dijî vê peymanê têdikoşin.” Ahmet Karamûs bal kişand ser geşedanên siyasî yên dema dawî li Rojhilata Navîn diqewimin û wiha axivî: “Ev dem ji bo gelê kurd hem derfetên girîng hem jî xeteriyên cidî digire nava xwe. Divê hêzên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê li dora stratejiya neteweyî ya hevpar bibin yek.” 

Ahmet Karamûs diyar kir ku nîqaşên yekîtiya neteweyî tenê meseleya partiyên siyasî nîne, meseleya hevpar a tevahî gelê kurd e û wiha berdewam kir: “Divê diyalog û xebatên hevpar bên pêşxistin. Hemû hêzên siyasî divê berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bînin û li ser esasê berjewendiyên neteweyî stratejiyeke hevpar were avakirin. Siberoja gelê Kurd vê ferz dike.”

Piştre Endamê Meclîsa Şaredariya Lozanê û Serokê Partiya Keskan a Lozanê İlias Panchard, Parlamenterê Partiya Sosyalîst a Kantona Vaudê Sebestien Kessler û Endamê Meclîsa Şaredariya Lozanê yê Partiya Karkeran Xavier Roth, axivîn û destnîşan kirin ku Peymana Lozanê sed sal in gelê Kurd bê statû hiştiye û rê li ber polîtîkayên înkar, zext û cihêkariyê vekiriye. Axavtvanan, bal kişand ku Kurd îro yek ji mezintirîn gelên bê dewlet in û diyar kirin ku aştiya mayînde ya li Rojhilata Navîn tenê bi nasîna mafên neteweyî û demokratîk ên gelê Kurd pêkan e. Her wiha bang li civaka navneteweyî kirin ku berpirsiyariya xwe ya li hemberî vê ne edaletiya dîrokî bi cih bîne.

Piştî axavtinan derbasî panelê bûn. Di panela bi moderatoriya rojnamevan Gulistan Îke de, Parlamenterê dema 4'emîn a Parlamentoya Iraqê Blêse Cebar Ferman dê pêşkêşiya xwe ya bi sernavê "Piştî sed salî dê Peymana Lozanê bi dawî bibe?" pêşkêş bike.

Lêkolîner û rojnamevan Meral Çîçek rola têkoşîna jinê ya di avakirina serdemeke neteweyî ya azad de girt dest. Pisporê hiqûqa navneteweyî Prof. Naîf Bezwan, jî rejîma Lozanê û doza Kurdistanê ji aliyê dîrokî û hiqûqî ve nirxand.  Zanyarê siyasî Dr. Azad Mihemedî jî dîtinên xwe yên li ser neteweperestiya Kurd û gotara neteweyî ya hevpar parve kir. Nivîskar û lêkolînerê Îslama siyasî Dr. Tariq Hemo, jî di salvegera 103yan a Peymana Lozanê de li ser parastina hebûn û nasnameya neteweyî ya li Rojavaya Kurdistanê nirxandinan kir. 

Piştî panelê, "civîna gel" a ku dê beşdar tê de axavtinê bikin dê bê avakirin. Li vir, beşdarên ku ji çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat hatine dê dîtinên xwe yên li ser encamên Peymana Lozanê, geşedanên rojane û stratejiyên têkoşîna hevpar parve bikin.