Banga Kobanê xwest perwerde bi tevahî bi zimanê dayîkê be

Komek xwendekar li Kobanê li gel malbat mamosteyên xwe kom bûn nerazîbûn nîşanî pergala perwerdehiyê dan û xwestin bi zimanê zikmakî perwerde bibin.

•
1 deqe xwendin
Banga Kobanê xwest perwerde bi tevahî bi zimanê dayîkê be

Gelê Rojavayê Kurdistanê nerazîbûnên xwe yên li dijî biryara hikûmeta demkî ya li ser pergal û statûya zimanê Kurdî li Sûriyeyê zêde dibin.

Komek xwendekar û kadroyên Zanîngeha Kobanê, malbatên xwendekaran û mamoste kom bûn û çalakî pêk anîn. Çalakî, li pêşiya cihê rêveberiya herêma Kobanê yê ji aliyê hikûmeta demkî ve hatiye tayînkirin, hat lidarxistin. Xwendekara Zanîngeha Kobanê Meha Tarbûş daxuyanî xwend.

Meha Tarbûş anî ziman ku hînkirina zimanê kurdî wekî heftiyê çend saetan û mîsogerkirina mafê kurdan a perwerdeya bi zimanê dayîkê ne heman tişt in û wiha domand: “Em vê gavê ne wekî dawiyek, wek destpêka siyaseteke zimanî û perwerdê ya berfirehtir dibînin. Kurdî ne zimanek e ku divê wekî zimanekî bîyanî an jî bijarte bê hînkirin. Kurdî zimanekî zindî ye ku dirok, çand, bîra civakî û nasnameya Kurdan hildigre. Ji ber vê yekê, sînordarkirina hebûna zimanê Kurdî di perwerdê de bi çend saetan û bi hilbijartina çend dersên bijarte, hêvî û daxwaza rewa ya civaka Kurd a derbarê perwerda bi zimanê dayîkê de bi tevahî pêk nayne.”

Meha Tarbûş xwest statûya pewerdehiya kurdî bê naskirin û got: “Bila mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê bi garantiyên destûrî, qanûnî û sazûmanî were parastin û di vê mijarê de bi nûnerên civaka Kurd, perwerdekar, pisporên zimanî û saziyên têkildar re pêvajoyeke berfireh a şêwirê were destpêkirin.” 

Komê piştî daxuyaniyê dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê Kurdî çand û dîrok e” berz kirin. 

‘Ji bo statûya zimanê Kurdî biryarname ne têrker e’

Mamosteya zimanê Kurdî Îlham Misko piştî çalakiyê nêrînên xwe bi me re parve kir. Îlham Misko diyar kir ku pergala perwerde û xwendinê li Rojavayê Kurdistanê bi salan e hatiye sazkirin. Îlham destnîşan kir ku ji roja ku biryarname hatiye aşkerakirin heta niha nerazîbûn û helwestên cur be cur yên dijberî biryarê xwe didin der û wiha got: “Em dibînin ku bertekên gel, xwendekaran û bi taybet jî mamosteyên ku zimanê Kurdî gihandin vê astê û ji bo statûya wê kedeke mezin dan, heye. Tê zanîn ku şoreşa 19’ê Tîrmehê di heman demê de şoreşa ziman bû jî, ji ber vê jî kesên ku di dirêjahiya van salan de di pêşxistin û sazkirina pergala perwerda bi zimanê Kurdî gelek hêrs û xemgîn in.”

‘Divê pergala me ya perwerdê bi temamî bi zimanê me yê dayîkê be’

Îlham Misko bi bîr xist ku pergala rêveberiya xweser ji asta pêşdibistanan heta zanîngehê bi zimanê Kurdî ye û wiha bidawî kir: “Lê anha li gor biryarnameyê di nava hefteyê de tenê 3 seat ji bo Kurdî hatine veqetandin. Ev biryar ji bo giştî Sûriyeyê baş e, lê ji ber herêmên me Kobanê, Efrîn û Cizîr ne têrker e û nayê qebûlkirin jî. Ji bo vê jî me daxuyaniya xwe da ku em daxwazên xwe bi awayekî fermî pêşkêş bikin û diyar bikin ku divê pergala me ya perwerdê bi temamî bi zimanê me yê dayîkê be.”