Banga Aştî û Civaka Demokratîk
Di dema banga 27ê sibatê de Rêberê Gelê Kurd rola pêşengiya pêvajoyê dabû jinan û ji wan xwestibû ku pêşengiyê ji civak û pêvajoyê re bikin.

Qanûna çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ku ji 12 xalan pêk tê û bi 367 îmzayan ji serokatiya meclisê re hat pêşkêşkirin û piştî li Komîsyona Edaletê ya Meclisê hat erêkirin, di nav hefteyê de li desteya giştî ya meclisê jî hat nîqaşkirin. Piştî nîqaşan bi erêkirina 467 parlementeran ji desteya giştî ya meclisê derbas bû.
Qanûn dê piştî rapora teyît û tespîtê ya Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ji aliyê serokkomar ve were îmzekirin û bikeve meriyetê.
Her çiqas Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neketibe ber qanûnê û bi awayekî fermî sermuzakeravaniya wî nehatibe qebûlkirin jî dê ev pêvajo, ev pêngava dîrokî bi pêşengtî û perspektîfên wî were birêvebirin. Ji ber ku civak baweriya xwe tenê bi Ocalan tîne û her wiha li derveyî Ocalan ti hêz nikare gav bi Tevgera Azadiya Kurdî û gelê kurd bide avêtin. Jixwe di her derfetê de civak û tevger girîngiya birêveberina pêvajoyê ji aliyê Ocalan ve tînin ziman.
Lê beriya behskirina tevî evqas kêmasiyan jî, divê em destpêkê behs bikin ka ji bo çi derbaskirina 12 xalan girîng e û pêvajo çawa û di kîjan merheleyê de bi pêş ket û heta roja îro hat.
Banga Devlet Bahçelî
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî cotmeha 2024an di vekirina sala nû ya meclisê de bi silavdayîna parlementerên DEM Partiyê gaveke wisa avêt ku kes ne li bendê bû. Di 22yê cotmehê de jî cara ewil têgiha ‘mafê hêviyê’ bi kar anî û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga ‘axaftina di bin sîwana meclisê de’ kir.
Bersiva Abdullah Ocalan
Piştî vê axaftinê û banga Devlet Bahçelî ku li Tirkiyeyê bû rojev, piştî salan cara yekemîn di 23ê cotmehê de biraziyê Abdullah Ocalan, parlementerê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan çû Îmraliyê û hevdîtin bi Ocalan re kir. Piştî vegera ji Îmraliyê Omer Ocalan ev peyama Ocalan parve kir: “Tecrîd didome. Heke şert û merc ava bibin ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku pêvajoyê ji zemîna şer û tundiyê derbasî zemîna hiqûqî û siyasî bikim.”
Banga dîrokî ya Ocalan
Demeke kurt piştî bersivdayîna Ocalan ji bo Bahçelî, di 28ê kanûnê de, serdana ewil ji bo Îmraliyê pêk hat. Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û serokwekîlê meclisê Sirri Sureyya Onder çûn Îmraliyê. Piştî çûyîna heyetê û pêkhatina hevdîtina bi Ocalan re, di 27ê sibatê de, banga dîrokî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat. Peyam û banga Ocalan a 27ê sibatê, ji aliyê heyetê ve ji raya giştî re hat ragihandin. Ocalan di peyama xwe de ev bang li tevgera azadiyê kir: “Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dilxwazî kongreya xwe bicivînin û biryaran bidin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesix bike.” Û xala herî girîng a çekberdan û fesixkirinê piştî xwendina peyama Sirri Surreya Onder bi devkî anî ziman û diyar kir ku Ocalan gotiye bêguman ji bo di pratîkê de çek werin danîn û PKK xwe fesix bike divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûq bê naskirin. Ev banga Ocalan li cîhanê deng veda û rastî piştgiriyeke navneteweyî hat. Dû re jî di 9ê tîrmeha 2025an de, piştî 26 salan dîmenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat weşandin.
Fesixkirina PKKê û avakirina komîsyonê
Piştî banga Ocalan, di 1ê adarê de, Konseya Rêveber a PKKê agirbest ragihand. Di 12yê gulanê de jî PKKê derbarê kongreya xwe ya 12yemîn de daxuyanî da û fesixkirina xwe îlan kir. Piştî demeke fesixkirinê, di 11ê tîrmehê de, li ser banga Ocalan Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku ji 30 gerîlayan pêk hat, li şikefta Casenê ya girêdayî Silêmaniyê bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat bi îradeya xwe ya azad çekên xwe şewitandin û gerîllayên Tevgera Azadiya Kurdî, di 26ê cotmeha 2025an de, jî gelek hêzên xwe yên ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê diman vekişandin.
Piştî van pêşketinan, di 5ê tebaxê de, jî li meclisê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî ya Xwişk-Biratî û Demokrasiyê hat avakirin û civîna xwe ya ewil pêk anî.
Înkara sedsalan têk çû
Bi kurt û kurmancî dema em bala xwe didin gavên hatine avêtin û merheleya wê em dibînin ku her çiqas gelek kêmasiyên aliyê dewletê hebin jî bi berxwedana li Îmralî û îradeya Tevgera Azadiyê ber bi gava qebûlkirina qanûnan û pêvajoya li meclisê derkete holê. Ev gava li meclisê ya qanûna çerçoveyî jî têra xwe girîng e. Ji ber çi?
Komara Tirkiyeyê ji roja hatiye avakirin heta destpêkirina pêvajoyê her tim li hemberî gelê kurd û gelê din polîtîkayên kuştin, qirkirin, asîmîlasyon, sirgûn û hwd. dane meşandin. Hemû serhildanên beriya derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê, yanî 28 serhildan her tim bi qirkirin, kuştin, darvekirin, koçberkirin û hwd. hatine tepisandin. Lê di encama bêhempa ya gelê kurd û tevgera azadiyê ya dîrokî de cara yekemîn dewleta tirk ji polîtîkayên xwe yên tepisandin û darvekirinê encam negirt û neçar ma were ser maseyê çareseriyê ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye danîn. Care yekemîn pirsgirêka kurdî bi rêya hiqûqê dikeve meclisa Tirkiyeyê û tê naskirin. Cara yekemîn ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve pirsgirêka kurdî ji sêdarê ber bi maseya muzakereyê ve meyl dibe. Înkara sedsalan bi têkoşîna pêncî salan a Tevgera Azadiya Kurdistanê têk çû. Her çiqas medyaya alîgir a dewletê wek serkeftina xwe îlan bike jî di esasê xwe de înkara wan a gelê kurd, zimanê kurdî, çanda kurdî û hwd têk çû.
Di serdema nû de rol û mîsyona jinan
Ji bo pêşketin û serketina pêvajoyê, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, divê jin pêşengiyê bikin. Jixwe di dema banga 27ê sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rola pêşengiya pêvajoyê dabû jinan û ji jinan xwestibû ku pêşengiyê ji civak û pêvajoyê re bikin. Ji ber vê, divê jin di serdema nû de li ser xeta xwebirêxistinkirin û têkoşînê, ji bo kêmasiyên di qanûnê de hene werin derbaskirin, ji bo qanûnên hîn demokratîk derkevin, bi şev û roj kar û xebatê bidin meşandin û li dijî zexta dewletê raya giştî bidin avakirin. Ji ber şensê serketineke pêvajoya mayînde ku jin tê de nîn bin û pêşengiyê jê re nekin, nîne. Tam jî ji ber vê sedemê ji bo pêvajo bi ser bikeve divê jin rol û mîsyona ku serdema nû dide ser milê wan, xwedî li pêvajoyê derkevin.
Dor dora azadiyê ye!
Wekî me got, qanûn ji hêla naverokê ve gelek kêm û lawaz in lê ji bo demokratîkbûna komarê û civakê gaveke girîng û dîrokî ye. Wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di manîfestoya xwe ya dawî de jî dibêje, “Şerê 50 salan hebûna gelê kurd misoger kir û êdî dor dora azadiyê ye.” Êdî di serî de jin, divê hemû civak ji bo demokratîkkirina komarê û pêkanîna azadiyê, tev li pêvajoyê bibin da ku gavên pêwîst û lezgîn bidin avêtin.


