Bang ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane

Welatiyên serdana şîna kesên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan bûn, ji bo bîranîna ku dê sibê bi girseyî bê lidarxistin banga beşdariyê kirin.

•
1 deqe xwendin
Bang ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane

Şîna ku ji bo kesên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bi pêşengiya MEBYA-DERê li Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê hat danîn, di roja duyem de didome. Welatiyên serdana şînê kirin ji bo bîranîna ku dê sibê saet di 17.00'an de li Parka Koşûyolûyê bê lidarxistin banga beşdariyê kirin. 

Welatiyan diyar kir ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de palpişta wan kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ne û gotin ku ew ji hevgirtinê hêzê digirin. Welatiyên serdana şînê kirin ji bo bîranîna ku dê sibê saet di 17.00'an de li Parka Koşûyolûyê bê lidarxistin banga beşdariyê kirin.