Bakirhan û Hatîmogullari dîsa hatin hilbijartin
5emîn Kongreya Mezin a Asayî ya DEM Partiyê pêk hat. Di hilbijartina kongreyê de Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ji nûve bûn Hevserokên Giştî.

DEM Partî 5emîn Kongreya xwe ya Mezin a Asayî li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a navçeya Yenîmahalle ya Enqereyê pêk anî. Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek delege tev li kongreyê bûn. Li eywana kongreyê tê lidarxistin pankarta ‘Jin Jiyan Azadî’ hat daliqandin.
Dayikên Aştiyê, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Keskîn Bayindir, Berdevka Platforma Piştgiriya Sosyalîstan (SODAP) Kezban Konukçu, Serokê SYKP’ê Mertcan Tîtîz, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekgirtî Elîf Torun, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Ahmet Asena, Berdevka Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tevlî kongreyê bûn.
Di kongreyê de ewilî dîvan hat hilbijartin. Rêz hat girtin û axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan raporên faaliyet û maliyeyê hat xwendin. Piştî raporên faaliyet û maliyetê Meclisa Jinan a DEM Partiyê û Meclisa ciwanan rapora faaliyetê ji delegasyonê re pêşkeş kirin.
Piştrê jî bi yek lîsteyê hilbijartin pêk hat.
Nezî 600 delegeyan deng da û di encama dengdayînê de Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari carekê din weke hevserokên giştî hatin hilbijartin.


