Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer dernakeve

Rêxistina DEM Partî ya Aydinê bi beşdariya Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan kongreya xwe ya asayî pêk anî. Tuncer Bakirhan anî ziman ku bi teahhûda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şer dernakeve û xwest kes netirse.

•
1 deqe xwendin
Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer dernakeve

Rêxistina DEM Partiyê ya Aydinê 3yemîn Kongreya Asayî li eywaneke dawetê ya li navçeya Efelerê pêk anî. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Parlamenterê Îzmîrê Îbrahîm Akin, hevserokên rêxistinên DEM Parti yên herêma Egeyê, nûnerên saziyên sivîl, rêveber û endamên partiyên siyasî beşdarî kongreyê bûn. Li eywanan dawetê pankarta “Ji bo aştî û civaka demokratîk em xwe bi rêxistin dikin” vekirin û gelek caran dirûşma “Jin, jiyan,azadî” berzkirin.

‘Fedakarî ji bo avakirina komareke demokratîk girîng e’

Serokê DEM Partiyê yê Aydinê Husnu Taş ewil axivî û got: “Em bawer dikin ku fedakarî û kevneşopiya piştevaniya ku em ê di vê serdema dîrokî de nîşan bidin, dê di avakirina komareke demokratîk û azad de roleke girîng bilîze.” 

‘Bila kes netirse’ 

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî destnîşan kir ku tu welat bi aştiyê parçe nebûne û wiha got: “Di vê pêvajoya ku Birêz Ocalan daye destpêkirin de, heke Birêz Ocalan taahhûd kiribe, şer careke din dernakeve. Ev ne lîstoka zarokan e. Kurdan ev çend sal in li van axan dest dane aştiyê. Lê zilm jî dîtibe, li dijî zûlmê bi rûmet têkoşîna xwe dane. Ji ber vê yekê îro em bi hemû dilsoziya xwe, bi hemû baweriya xwe û bêyî ku tu siyasetekê tê de bikin, dest bidin aştiyê. Ji ber vê yekê bila xwişk û birayên me yên Tirk netirsin. Demokrasî dê bê.”

Kongre bi govendan bi dawî bû.