Bakir Galibaf: Vekirina Tengava Hurmuzê girêdayî 7 şertan e
Serokê Meclîsa Îranê Mûhammed Bakir Galîbaf diyar kir ku vekirina Tengava Hurmuzê girêdayî 7 şertan e.

Serokê Meclîsa Îranê Mûhammed Bakir Galîbaf anî ziman ku ji bo Tengava Hurmuzê dîsa bê vekirin divê 7 şertên peymanê pêk bên û heta şertên peymanê pêk neyê dê tengavê venekin. Amerîka û îranê di hezîranê de li ser 7 salan li hev kiribûn.
Li gorî Nurnews a medya Îranê, Galîbaf daxuyaniya xwe çend roj piştî bersiva Washingtonê ya li pêşniyara dîplomatîk a Îranê da. Galîbaf anî ziman ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) gotineke cuda pêşkêşî raya giştî dike, lê dema dawî bi rêya navbeynkarekî pêşniyarên nû pêşkêş kiriye û got: “Dirêjkirina demê ferzkirina daxwazên yekalî êdî bi dawî bûye.”
Serokê Meclîsa Îranê anî ziman ku helwesta welatê wî “eşkere û bi biryar e” û got, “Heta ku heft şertên me yên ku xwe dispêrin protokola mutabaqata Îslamabadê bi cih neyê anîn Tengava Hurmuzê wê jinûve neyê vekirin.”


