Bahçelî : Koordînatoriya siyasîbûnê mafê kesê li îmraliyê ye

Serokê MHP Devlet der barê mafê Koordînatortiya Aştî û Siyasîbûnê de agahî da û bêyî navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bide got: “Mafê Koordînatoriyê mafê kesê li Îmraliyê ye.”

•
1 deqe xwendin
Bahçelî : Koordînatoriya siyasîbûnê mafê kesê li îmraliyê ye

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di merasîma vekirina dibistana siyasetê û lîderiyê ya partiya xwe de pirsên rojnamegeran bersivand. Devlet Bahçelî bal kişand ser pêvajoya ku berdewam dike û got: “Di pêvajoyê aştiyê de Koordînatortiya Aştî û Siyasîbûnê mafê kesê li Îmrlaiyê ye jî. Eger ev sifet ji bo wî bê dayîn wê bûyer bi temamî werin fesixkirin. Em jî daxuyaniyê ku di 27ê Sibata 2025an û 27ê Sibata 2026an de dabû, daxuyaniyên xwedî helwest û bi nirx in û qebûl dikin.”

Devlet Bahçelî anî ziman ku pêvajo bûye polîtîkaya dewletê û êdî vegera ji vê yekê tune ye. Devlet Bahçelî  anî ziman ku xebatên wan didomin û wiha lê zêde kir: “Niha jî divê hin qûralên çêkirina Çarçaoveyên Zagonî bên avakirin. Her kesê ji vî welatî hez dike, divê bi ruhê xwişk û biratiyê tev bigere. Wekî MHP soza me soz e. Me çi gotibe em li pey wê ne. Em gavan paşve naavêjin.”