Bahçelî: Di vê serdema nû de xurtkirina bingeha hiqûqî ya pêvajoyê li pêşiya me ye
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe de anî ziman ku firsendeke dîrokî li pêşiya wan e û li şûna çekan divê siyaset û demokrasî bi pêş bikeve; Bahçelî diyar kir ku di serdema nû ya qanûndananê de xurtkirina bingeha hiqûqî ya pêvajoyê xala sereke ye.

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, di civîna koma partiya xwe ya li Meclisa Tirkiyeyê de li ser geşedanên dawî yên siyasî, serdema nû ya qanûndananê û nîqaşên serokkomariyê axivî.
‘Li şûna çekan siyaset û demokrasî li pêş e’
Bahçelî destnîşan kir ku firsendeke dîrokî di rojevê de ye û wiha got: "Li şûna teror û çekan, siyaset û demokrasî li pêşiya me ye. Em di pêvajoyeke xurtkirina xwişk û biratiyê de ne. Di vê serdema nû ya qanûndananê de, ji aliyekî ve xurtkirina bingeha hiqûqî ya pêvajoyê û ji aliyê din ve jî xurtkirina demokrasiyê li pêş me ye. Xebatên komîsyonan û çêkirina qanûnên pêwîst gavên herî girîng in. Divê serdema nû ya meclisê ne di nava nîqaşên rojane yên siyasî de, lê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bibe qada reforman."
‘Li dijî nelirêtiyan lêpirsîneke bi bandor pêwîst e’
Bahçelî bal kişand ser nîqaşên li ser fonan û destnîşan kir ku divê Tirkiye bi gumanên nelirêtiyê re rûbirû nemîne: "Fikr û ramanên kes an aliyan çi dibe bila bibe, divê lêpirsîneke bi bandor bê meşandin. Ji bo vê jî li rex gavên demokratîk, divê zagonên ku pêşî li nelirêtiyan digirin bi lez bikevin dewrê."
‘Namzetê me yê serokkomariyê Tayyîp Erdogan e’
Devlet Bahçelî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rojeva hilbijartinê û piştevaniya xwe ya bo Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan dubare kir: "Heke meclis biryara hilbijartinê bide û careke din Tayyîp Erdogan bibe Serokkomar, ev ji bo Tirkiyeyê dê bibe xêr. Wekî MHP, namzetê me yê serokkomariyê careke din Tayyîp Erdogan e. Armanca me ew e ku em dengên xwe zêde bikin û bibin partiya yekem. Formûla me zelal e: Di rêvebirinê de Tayyîp Erdogan, di qanûnan de MHP, li Tirkiyeyê Tifaqa Komarê û li cîhanê jî Tirkiye ye."


