Bafil Talebanî: Dê YNK her dem bi gelê Şengalê re be
Serokê YNKê Bafil Talebanî diyar kir ku YNK dê her tim bi gelê Şengalê re be û şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anî.

Serokê Yekitiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi boneya 12emîn salvegera fermana 3yê Tebaxê ya Şengalê, daxuyaniyek belav kir. Talebanî di destpêkê de ragihand ku dagirkirina Şengalê û komkujiya Êzidiyan birîneke nayê jibîrkirine. Talebanî got, ew her sal di vê rojê de li gel kesûkarên cangoriyan disekinin û wana bi bîr tînin.
Serokê YNKê got, “YNK her tim di xema Şengalê de ye.”


