AYM: Qedexeya li Wanê nehiqûqî ye
AYM têkildarî qedexeyên çalakî û xwepêşandanan ên li Wanê ku di serdema 4 waliyan de 5 salan bênavber dewam kirin, biryara "binpêkirina mafan" da; AYMê diyar kir ku îdareyê bêyî sedemeke berbiçav û qanîker rasterast serî li rêbaza qedexeyê daye.

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), têkildarî qedexeyên dirêjdemî yên çalakî û xwepêşandanan ên li parêzgeha Wanê ku bi salan bûbûn sedema bertekên tund, biryara xwe ya dawî eşkere kir. Biryara AYMê îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Di serdema 4 waliyan de 5 salan bênavber dewam kiribû
Li parêzgeha Wanê qedexeyên çalakî, meş û daxuyaniyên çapemeniyê di bin rêveberiya 4 walîyên cuda de nêzî 5 salan bêyî navber bi rêya biryarên 15 rojan hatibûn dirêjkirin. Li dijî vê rewşê parêzer Mahmut Kaçan di sala 2021an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû.
AYM: Îdareyê rasterast qedexe ferz kiriye
Dadgeha Destûra Bingehîn di nirxandina xwe de biryara "binpêkirina mafan" da. Di hinceta biryarê de hat destnîşankirin ku îdareyê bêyî ku xetereyeke şênber, berbiçav û qanîker deyne holê, li şûna ku tevdîrên ewlehiyê yên pêwîst bigire da ku welatî mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin, rasterast serî li rêya qedexekirinê daye.
Biryara AYMê ya ku îro ket meriyetê, teqez dike ku qedexeyên bêdawî yên walîtiyan li dijî azadiya kombûn û xwepêşandanan a ku di destûrê de hatiye mîsogerkirin in.


