Aydenîz: Em ê Ocalan azad bikin
Rêxistinên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li bajarê Şirnexê, di çarçoveya “Dem Dema Azadiyê ye” de bi...
Rêxistinên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li bajarê Şirnexê, di çarçoveya “Dem Dema Azadiyê ye” de bi gel re hatin cem hev. Bi hezaran kesan karwana TJA, KCD, HDP û DBP’ê li Hezex Cizîr û Şirnexê pêşwazî kir. Girseyê piştî heyet pêşwazî kir, bi karwaneke mezin derbasî bajêr bûn. Girseya gel, dema şande pêşwazî kir, bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” berz kirin û pankartên ”Deng bidin çalakgerên greva birçîbûnê”, “Ji tundiya jinan re na” rakirin. Di serdanê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, bertek nîşanî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û wiha got: “Yên dibêjin me ev gel xelas kir bila werin vê coş û biryara gelê Botanê bibînin. Di çanda Botanê de çong danîn tune ye. Gelê kurd heta li dijî polîtîkayên faşîst azadiya xwe bi dest bixin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Niha li dijî Birêz Ocalan tecrîd xistine meriyete.


