Aştî bi gavên wêrek pêkan e
Tecrîda ku li ser birêz Ocalan pêk tê, astenga herî mezin e li pêşiya pêvajoya aştiyê. Mayîndebûna aştiyê ne tenê bi bidawîbûna şer û pevçûnan e. Her wiha bi avakirina pergala hiqûqa demokratîk pêkan e.

Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku bi banga dîrokî ya Birêz Abdullah Ocalan di 27ê sibata 2025an de dest pê kir, sal û nîvek zêdetir li pey xwe hişt.
Di vê pêvajoyê de, ji aliyekî ve piştî şer û pevçûnên bi dehan salan, derfetên dîrokî yên ku dikarin rêya çareseriya demokratîk vebikin hene, li aliyê din jî, li şûna ku li gorî pêvajoya heyî ya erênî tevbigerin û hêviya civakê ji bo pêvajoyê xurt bikin, feraseta rêvebiriya otorîter tê xurtkirin ku ji siyaseta şer xwedî dibe, hiqûqê weke amûra gefxwarinê bi kar tîne, parçekirina civakê kûr dike û siyaseta demokratîk teng û qels dike.
Ev nêrîn û nêzîkatiya bi hişmendiya destpêka komarê, ku li ser înkara çand, ziman, ol û baweriyên gel û neteweyên ku welatiyên Tirkiyeyê ne hatibû avakirin, ev pêvajo nikare bimeşe. Aştiya mayînde bi demokratîkbûnê, demokratîkbûn jî, bi avêtina gavên siyasî yên wêrek pêkan e.
Ji bo ku pêvajo bi pêş bikeve, divê statuya birêz Abdullah Ocalan wekî sermuzakerevan were naskirin, şert û mercên ku bikaribe têkiliyê bi hemû beşên civakê re deyne, rê û rêbazên van derfetan bên peydakirin û pêk bên. Avabûna van şert, merc û derfetan ji bo berdewamiya pêvajoyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
Tecrîda ku li ser birêz Ocalan pêk tê, astenga herî mezin e li pêşiya pêvajoya aştiyê. Mayîndebûna aştiyê ne tenê bi bidawîbûna şer û pevçûnan e. Her wiha bi avakirina pergala hiqûqa demokratîk pêkan e. Astengkirina hevdîtinên bi birêz Ocalan re di nav gel û civakê de baweriya bi pêvajoyê qels dike. Ji bo hevdîtinên bi birêz Ocalan re pêk bên, li hundir û derveyî welat daxwazên gel û civakê yên di asta bilin de ji hêla rayedarên dewletê ve jî tên zanîn.
Li gel vê rastiyê jî, astengkirina hevdîtinên bi birêz Ocalan re xetereyan bi xwe re tîne. Fikaran di nav civakê de çêdike û her ku diçe baweriya gel bi pêvajoyê lawaz dike. Rol û misyona birêz Ocalan a derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk diyar e.
Jixwe afrînerê vê pêvajoya heyî, birêz Ocalan bixwe ye. Ji ber vê jî, li ser qanûna çarçoveyî, fikir û nêrînên birêz Ocalan xwedî girîngiyeke jiyanî ne. Sînorkirinên têkilîdanîna bi birêz Ocalan re nayên qebûlkirin û divê hemû qedexe û astengiyên li pêşiya hevdîtinên bi birêz Ocalan re demildest bên rakirin.


