Artêşa tirk wesayîtekê bombebaran kir

Erîşên artêşa tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê berdewam dikin.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Erîşên artêşa tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kiriye, artêşa tirk li navçeya Ranya ya Silêmaniyê bi balafireke bêmirov a biçek wesayetîkê bombebaran kir.

Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşê de kesek birîndar bûye.