Artêşa tirk li Başûr amadekariya çi dike?

Çavdêrê siyasî Mehemed Emîn Pencewînî anî ziman ku leşkerên tirk lî şûna gundên Başûr qereqol û artêş ava kirine û got: “Leşkerên tirk li axa Başûr artêşeke mezin ava kiriye.” Pencewînî destîşan kir ku piştî civîna NATOyê dê pêvajo xera bibe.

•
1 deqe xwendin
Artêşa tirk li Başûr amadekariya çi dike?

Di rojên borî de leşkerên tirk li başûrê Kudistanê li 6 welatiyan îşkence kir. Beriya wê jî gundiyên 21 gundan ku xwestin vegerin gundên xwe, rastî tundî û zextên leşkerên tirk hatin. Têkildarî zext, tundî û amadekariyên leşkerên tirk ên li herêma başûrê Kurdistanê çavdêrê siyasî Mihemed Emîn Pencewînî pirsên me bersivndin. Mehemed Emîn Pencewînî têkildarî geşedanên li herêmê û polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hemberî pêvajoyê nirxandinên girîng kirin. 

Çavdêrê siyasî Mihemed Emîn Pencewînî ewil îşkenceya leşkeran a li dijî welatiyan nirxand û got: “Ev edet û çanda leşkerên tirk e. Ji dema hatiye nav axa başûrê Kurdistanê heta niha li dijî welatiyên Başûr û şêniyên herêmê heman muameleyê dike. Li dijî welatiyan muameleke xerab dike. Ev mijara şermezarkirinê ye. Em şermezar dikin.” 

Mihemed Emîn Pencemînî bal kişand ser zextan ên vê pêvajoyê ku agirbest hat îlankirin û rêxistinê xwe fesix kir û  got: “Armanc û niyaza leşkerên tirk û dewleta tirk ew e ku bi zext û tundiyê êrişî gelê herêmê bike û gerîlayên Kurdistanê bersivê bide. Dixwazin gel bitirsînin û bêhtir muhtacî xwe bikin.” 

Dixwazin pêvajoyê xera bikin

Mihemed Emîn Pencewînî bal kişand ser pêvajoya salekê û nêzîkatiya leşkeran a sala dawî û wiha got: “Leşkerên tirk her dem li dijî pêvajoyê ne. Beriya pêvajoya aştiyê jî û piştî pêvajoya aştiyê jî her dem feraseta wan li dijî aştiyê bû. Hin caran zext, hin caran îşkence li welatiyan kirin. Bi fikra min beşek ji nava leşkerên tirk dixwazin pêvajoyê xera bikin. Beşek heye dixwaze pêvajoya ku di navbera gelê kurd û dewleta tirk de bi pêş ketiye xera bike. Beriya pêvajoyê û piştî pêvajoyê helwesta vê koma leşkerên tirk nehatiye guhertin. Heta niha ji bo pêvajoya aştiyê gaveke pratîk neavêtine. Tirkiye dikare bi qanûn û yasayan meseleya kurdî çareser bike. Lê heta niha di aliyê qanûn û yasayan de ti gav ji bo çareseriyê neavêtine. Li meclisa Tirkiyeyê gaveke pratîk nehatiye avêtin.” 

Her wiha Mehmet Emîn Pencewînî da zanîn ku meclisa Tirkiyeyê derbarê meseleya kurdî raporek amade kiriye, lê di raporê de navê gelê kurd tune ye. 

Li Başûr artêşa tirk ava kirine 

Mihemed Emîn Pencewînî helwesta Başûr û Iraqê ya lihemberî van kiryaran jî nirxand û got: “Iraq eleqedar nabe. Desthilata Başûr jî li hemberî dewleta tirk bêdeng e. Dewleta tirk 20 sal in îşkenceyê li xelkê herêmê dike. Li herêmê gelek baregehên leşkerî hene. Nêzî 220 bageh hene. Qereqolên leşkerî û çekên giran ên leşkerî hene. Artêşeke gelek mezin li Başûr ava kirine. Gelek tang, top û çekên giran ên artêşa tirk li başûrê Kurdistanê hene. Başûrê Kurdistanê kirine çar beş û beşek ji aliyê dewleta tirk ve tê qontrolkirin. Ev çend sal in ne Iraq li dijî vê yekê dengê xwe dike û ne jî hikûmeta Başûr dengê xwe dike. Tirkiye wekî parçeyekî ‘mîsakî mîllî’yê li ser vê axê tev digere.” 

 Li şûna gundan qereqol ava kirine 

Mihemet Emîn Pencewînî li ser rewş û jiyana welatiyan jî rawestiya û got: “Welatiyên li vê herêmê dijîn ne aram in. Jiyana wan ne ewle ye. Rewşa wan pir xerab e. Tirsa wan ew e ku careke din Drone (SÎHA û ÎHA) bên wan bombe bike. Tirkiye heta niha bi meseleya “terorê” nêzî pêvajoya aştî û çareseriyê bûye. Gelek gund hatine valakirin. Di vê pêvajoya aştiyê de gelek welatî dixwazin vegerin gundên xwe. Lê li van navçeyan û vê herêmê leşkerên tirk li van gundên ku hatine valakirin qereqol û kalekol ava kirine.” 

Piştî civîna NATOyê dê pêvajoya aştiyê xera bibe 

Mehmet Emîn Pencewinî li ser bandora civîna NATOyê ya li ser herêmê û pêvajo jî rawestiya û got: “Dê bandoreke xerab li ser pêvajoyê çêbike. Dê pêvajoya aştiyê xera bike û zirarê bide gelê kurd û Tirkiyeyê.”