Artêşa tirk 3 gundên Minbicê topebaran kir
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa tirk gundên bakurê kantona Minbicê topbaran dikin.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa tirk gundên bakurê kantona Minbicê topbaran dikin.
Li gorî nûçeyeke lezgîn a ajansa ANHA'yê , gundên Ewn Dadat, Hoşeriyê û Toxarê ji alî artêşa tirk ve bi guleyên hawun û obîsan tên topbarankirin.
Agahiyên der barê zerarên topbaranê de nehatin dayîn.


