Artêşa Îsraîlê 8 kes kuşt

Artêşa Îsraîlê di êrişên hewayî ya li Şerîda Xezeyê de herî kêm 8 kes kuşt.

•
1 deqe xwendin
Artêşa Îsraîlê 8 kes kuşt

Tîmên Parastina Sivîl a Fîlîstînê, diyar kir ku Artêşa Îsraîlê êrişî avahiyên li herêmên cuda yên Xezeyê hate kiriye. Di êrişa hewayî ya li sera daîreyeke li Deyr el-Belahê de jinek û mêrek hatin kuştin û gelek kes jî birîndar kirin. Li herêma kevn a bajarê Xezeyê di êrişê de kesek mir. Li Xan Yûnisê di êrişa li ser malekê de yek jê zarok 3 kes hatin kuştin. 

Nûneran da zanîn ku di êrîşa artêşa Îsraîlê ya rojekê de 8 kes hatine kuştin. Li gorî peymana ku bi pêşengiya Serokê DYAyê ji aliyê "Konseya Aştiyê" ve hate ragihandin, divê Îsraîl û Hamas operasyonên xwe yên leşkerî rawestînin, hêzên Îsraîlê qonax bi qonax xwe ji Xezeyê vekişînin û komên çekdar bêne tasfiyekirin. Hamasê peyman piştrast kir, lê belê hikumeta Îsraîlê hîn jî daxuyaniyeke fermî nedaye.

Artêşê di tîrmehê de 152 kes kuştin 

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê diyar kir ku meha Tîrmehê 152 kes hatin kuştin.