Artêşa Îranê: Dê şer li herêmê belav bibe

Berdevkê artêşa Îranê, di wexta ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu li Qesra Spî amadekariya dîtina Donald Trump dikir de gef xwar û got: “Eger Amerîkî careke din ji hêla Siyonîstan ve bên xapandin dê şer li herêmê belav bibe.

•
1 deqe xwendin
Artêşa Îranê: Dê şer li herêmê belav bibe

Artêşa Îranê, beriya serdana Netanyahu ya ji bo Washingtonê hişyarî da ku heke bombardûmana DYAyê ku du rojin rawestiyaye dîsa destpê bike, wê şerê li Rojhilata Navîn hîn xurtir û berfirehtir bibe.

Berdevkê artêşê Muhammed Akramîniya di televîzyona dewletê de axivî û got: “Eger Amerîkî careke din ji aliyê Siyonîstan ve bên xapandin an jî bikevin ser xeta wan û bi taybetî bi êrîşên hewayî şer bidomînin, ev şer wê belavî qadên din jî bibe.”

Serokwezîrê Îsraîlê roja Sêşemê li ser alozî û rageşiya ku dîsa di navbera DYA û Îranê de zêde bûye, li Qesra Spî bi Serokê DYAyê re dicive. Ev hevdîtin di navbera her du rêberan de di demeke wiha de çêdibe ku tevî tifaq û hevkariya wan a eşkere jî, hin nakokî di navbera wan de derketine holê.