Aram Tîgran li ser gora xwe hate bîranîn
Hunermendê Aram Tîgran di 17emîn salvegera wefata xwe de li paytexta Belçîka Brukselê li ser gora xwe ya li goristana Cimetiere Kerkhof hate bîranîn.

Gelek hunermendên li pêşiya goristana bajêr hatin ba hev, ber bi gora hunermend Aram Tîgran ve meşiyan, gul danîn ser gora wî û ew bi bîr anîn. Li ser navê TEV-ÇANDê hunermend Peywan Arjîn axivî û got: “Îro 17'emîn salvegera hunermendê nemir mamosteyê mezin Aram Tîgran e. Ew bi eslê xwe Ermenî ye, lê sembola pira navbera gelan e.”
Piştre deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê nameya tevgera TEV-ÇANDÊ ji hêla hunermend Hekîm Sefqan ve hate xwendin.
Naveroka nameyê bi vî rengî ye: “Hunermendê mezin û nemir Aram Tîgran, dengê êşa hevpar a gelan bû. Hunermend ku bedewbûn, êş û rastiyan bibîne, hest pê bike, hunera xwe ji wan bihûne, wê bibe malê civakê. Aram yek ji wan kesan bû ku bi hunera xwe dibû dengê êş û hêviyên hemû pêkhateyên li Kurdistanê. Ew bi eslê xwe Ermenî bû, lê bi Kurdî, Ermenî û Suryanî stran gotin, wî derbarê pêşenên gelê Kurd û doza Kurdistanê gelek stran çêkirin, bi deng û hunera xwe, her tim li rex Tevgera Azadiyê cih girt. Di 8'ê Tebaxa 2009'an de li Atînayê li nexweşxaneya ku lê derman dibû, jiyana xwe ji dest da. Heger îro mezela gelek hunermend yan navdarên Kurd li dervey welat e, ev nîşaneya kîn û hişmendiya dewletên serdest e.”
Piştî axaftinan, hunermendan berê xwe dan mala çandê ya MED a li bajarê Şarlova (Charleroi). Tevayî hunermendên ji her çar hêlên Kurdistanê û yên derveyî welat amade bûn. Qala girîngiya zindîgirtîna ked û hunera Arama Tigran kirin, hunermendan tev bi hev re, hinek jî yek bi yek stranên mamoste Aram Tîgran vegotin.
Hozan Şemdîn jî axivî û wiha got: “Hunermendê herî mezin Rêber Apo ye, ji ber ku rêwîtiya serok bi xwe jî bi dengê straneke Kurdî destpê kiriye. Ji ber stranên Kurdî qedexe bûye, Rêber Apo bi bihîstina dengê mamoste Aram Tîgran re got, ‘lazime ev deng nemire, her bijî’. Aram bi xwe gelek salan di Radyoya Erîvanê de ji sedan hunermendan re cimbûş lêdaye, wî gelek salên dirêj li Radyoyê kar kir.”


