‘Apê Mûsa li her derê her kes bi rêxistin dikir’
Şagirtên Apê Mûsa, li gundê Stilîlê Apê Mûsa li ser gora wî bi girseyî bibîr anîn. Di bîranînê de hunermend Mazlum Çîmen bîranînên xwe yên bi Apê Mûsa re parve kir û diyar kir ku Apê Mûsa li her derê her kes bi rêxistin dikir.
Pêşeng, nivîskar, rojnameger û rûsipiyê kurd Musa Anter, di 20ê Îlona 1992an de li Amedê hatibû qetilkirin. Di 34emîn salvegera qetilkirina wî de hem li Amedê li cihê hatibû qetilkirin hem jî li gundê Stilîlê yê Nisêbînê li ser gora wî hat bibîranîn. Di bernameya bîranînê ya li Stilîlê de malbata Musa Anter, nûnerên saziyên civakî, partiyên siyasî, Dayikên Aştiyê, şagirtên Apê Mûsa û gelek kesên din beşdarî bîranînê bûn. Bernameya bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de kurê Musa Anter Dîcle Anter, Parlamenterê DEMê Kamûran Tanhan, Hunermend Mazlum Çîmen, Hevseroka DFGê Kesîra Onal di bernameyê de li ser kesayeta Musa Anter axivîn. Di bernameyê de Hunermend Mazlum Çîmen bîranînek xwe ya bi Musa Anter re parve kir û diyar kir ku dema li Stenbolê çûn cem rizfiroşekî bûn, hemû rizfiroş li dora xwe kom kir û ew tev bi rêxistin kir. Mazlum Çîmen anî ziman ku Apê Mûsa li her derê her kes karibû bi rêxiskin kiribûya. Piştî axaftinan bîranîn bi stranên Koma Rengîn bi dawî bû.


