Amadekariya 'Ferhenga Têgihên Aboriyê' ya bi kurdî tê kirin

Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û Weqfa Mezopotamyayê ji bo xurtkirina zimanê kurdî yê di qada bazirganî û aboriyê de protokolek îmze kirin; li gorî protokolê dê nêzî 5 hezar têgih bên berhevkirin û "Ferhenga Têgihên Aboriyê" ya bi 5 zimanan bê amadekirin.

•
1 deqe xwendin
Amadekariya 'Ferhenga Têgihên Aboriyê' ya bi kurdî tê kirin

Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), bi armanca xurtkirina bikaranîna Kurdî ya di warê aborî, bazirganî û cîhana karsaziyê de, dê "Ferhenga Têgihên Aboriyê" amade bike. Bi protokola ku bi Weqfa Mezopotamyayê re hat îmzakirin re, nêzî 5 hezar têgihên aboriyê li ser bingeha Kurmancî bêne nirxandin. Ferheng dê bi beramberên xwe yên Tirkî, Farsî, Erebî û Îngilîzî ve bibe ferhengeke 5 zimanî. Protokol ji aliyê Endamê Desteya Rêveberiyê ya DTSO’yê yê Berpirsiyarê Xebatên Ziman û Çandê Faruk Korkmaz û Serokê Desteya Mutewelî ya Weqfa Mezopotamyayê Osman Akyil ve hat îmzakirin. Komîsyoneke xebatê ya ji pisporan pêk tê jî dê bi vê protokolê bê damezirandin.

Redaksiyona akademîk, sererastkirina edîtorî û xebatên mîzanpajê yên ferhengê dê ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê ve bêne kirin. Piştî qedandina xebatan, ferheng dê bi logoyên DTSO û Weqfa Mezopotamyayê bê çapkirin û weşandin.

‘Kurdî dê wekî zimanê bazirganiyê jî xurt bibe’

Endamê Desteya Rêveberiyê ya DTSO’yê yê Berpirsiyarê Xebatên Ziman û Çandê Faruk Korkmaz di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: “Kurdî xwedî daneheveke dîrokî û çandî ya pir xurt e. Em dixwazin ku ev danehev bi têgihên jiyana aborî ya îro re hîn dewlemendtir bibe. Em ê nêzî 5 hezar têgihên ku di qadên wekî fînans, veberhênan, hilberîn, karsazî, bazirganiya derve, hinardekirin û pîşesaziyê de têne bikaranîn, bi akademîsyen û pisporên ziman re binirxînin. Em ê binesaziya terminolojîk a Kurdî ya di qada aboriyê de xurt bikin, bikaranîna wê ya hevpar belav bikin û ji nifşên paşerojê re berhemeke mayinde bihêlin.”