Alîgirê nijadperest ê Trabzonsporê hat binçavkirin

Alîgirên Trabzonsporê ku ji bo maça Amedsporê hatibûn Amedê di rê de kesek di otobûsê de heqaret li kurdan kiribû û gotibû; “Kurdê herî baş yê mirî ye”. Li dijî vê gelek kes di medyaya dijital de bertek nîşan dan. Kesê provokatoriyê û nijadperestiyê kiribû hat binçavkirin.

•
1 deqe xwendin
Alîgirê nijadperest ê Trabzonsporê hat binçavkirin

Di 31ê Tebaxê de Amedspor û Trabzonsporê li Stada Tahîr Elçiyê hatibû hemberî hev û maç 2-1 bi serkeftina Amedsporê bi dawî bûbû. Alîgirên Trabzonsporê hem di rê de hem jî li stada heqaret li gelê Kurd kiribûn. Kesek ku alîgirê Trabzonsporê ye di otobusa alîgiran de heqaret li kurdan kiribû û gotibû, “Kurdê herî baş yê mirî ye. Kom dibin kurdî diaxivin, nehêlin biaxivin”. Piştî dîmenê kesê nijadperest li ser medyaya dijital belav bû, gelek kes bertek nîşanî gotinên provokator dan. Komeleya Hiqûqnasên Amedsporê der barê wî kesî de gilî kiribû. Hat diyarkirin ku ew kesê nijadperest û provokator hatiye binçavkirin.