Alî Temel li Enqereyê bi bîr anîn
Komek hunermend, sazûmankarê Koma Çiya Alî Temel di salvegera şahadeta wî de li Enqereyê bi bîr anîn.

Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê, ji bo bîranîna sazûmankarê Koma Çiya hunermend Alî Temel di salvegera şahedatê wî de li avahiya xwe ya li navçeya Çankayayê ya Enqereyê bernameya bîranînê li dar xist. Malbata Alî Temel, hezkiriyên wî û gelek welatî tevlî bîranînê bûn. Bîranîn ji bo şehîdên 14ê Tirmehê û hemû şehîdên aştî û demokrasiyê bi rêzgirtinê destpê kir.
Rêveberê komeleyê Taner Bozyel diyar kir ku hinek kes wateya jiyana jixwe diafirîne û got: “Tenê wateya jiyanê bi jiyînê vê nayê dayîn. Sekna wî ya li ber jiyanê û hunerê polîtîk bû. NÇM ne tenê ji bo hunerê hat afirandin ji bo gelekî zimanê xwe û nasnemaya xwe bijî hat afirandin. Em şexsê wî de şehîdên 14ê Tîrmehê ji bîr tînin. Îro bîranina Alî Temel parastina çand û hunera Kurd e. Em bejna xwe li ber van ditewînin.”
Piştî axaftina sînêvîzyona li ser jiyan û têkoşîna Alî Temel hatibû amadekirin hat temaşekirin. Piştî sînevîzyonê, Koma Anatolyayê stranên Alî Temel gotin. Bînanin bi çepikan dawî bû.


