Alî Haydar Kaytan li Kolnê bi girseyî bi bîr anîn

Alî Haydar Kaytan (Fuat) ê ku ji kadroyên damezrîner ên PKKê ye, li bajarê Kolnê bi girseyî hate bibîr anîn. Axivîneran bal kişandin ser têkoşîn û berxwedana wî.

•
1 deqe xwendin
Alî Haydar Kaytan li Kolnê bi girseyî bi bîr anîn

Brûsk Bagok

Ji bo pêşengê PKKê Alî Haydar Kaytan (Fuat) li Kolnê bernameyek bi girseyî hat amadekirin. Merasîm li salona Saal 2000 hate pêkanîn û bi beşdariya gelek Kurdistanî û dostên gelê kurd re bû cihê civîn û bîranîna yek ji kesayetiyên sereke yên tekoşîna kurdan.

Deriyê ketinê û hundirê salonê bi kulîlk û pankartan hatin xemilandin. Li sehneyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Ali Haydar Kaytan, Riza Altun, Sakine Cansiz, Nurredin Sofi û gelek şehîdên azadiyê hatibûn daliqandin. Li ser ekrana dîjîtal a mezin a sehneyê, dîmen û wêneyên ku beşên cuda ji jiyana Ali Haydar Kaytan nîşan didan hatin pêşkêşkirin. Ev dîmen bi baldarî ji aliyê beşdaran ve hatin şopandin û bûn sedema bîranîna salên tekoşîn û fedakarîyên wî. Bername bi deqeyek rawestana rêzgirtinê ji bo hemû şehîdên azadiyê dest pê kir. Pişt re Pir Riza Yagmur Gulbang xwend. Di Gulbangê de ji bo şehîdan, gelê kurd û aştiya gelan dua hat kirin.

Pir Riza Yagmur ewil di axaftina xwe de bal kişand ser êş û dijwarîyên ku gelê kurd di dirêjahiya dîrokê de rastî wan hatiye. Ewil bi taybetî behsa komkujiyên li Dêrsimê kir û got ku kesayetiyên wek Ali Haydar Kaytan bi jiyan û tekoşîna xwe li dijî zilm, înkar û asîmîlasyonê rawestiyan. Li gorî wî, Ali Haydar Kaytan ne tenê wekî siyasetmedarek an tekoşerek, lê her weha wekî kesayetiyeke fikrî û rêberê civakî di bîra gelê Kurd de cih digire.

Di merasîmê de peyama vîdeoyî ya endamê Encumena Rêvebir a KCKê, Mustafa Karasu, jî hate pêşkêşkirin. Mustafa Karasu di peyama xe de li ser jiyana Alî Haydar Kaytan, rola wî di damezrandina tevgerê de û nirxa fikrî ya ku ji bo tekoşîna azadiyê hiştibû rawestiya. Peyam bi baldarî hate guhdarîkirin û gelek caran bi alkîşên beşdaran hate piştgirîkirin. Di tevahiya bernameyê de, beşdaran hest û bîranînên xwe yên derbarê jiyana Alî Haydar Kaytan de parve kirin. Gelek kesan bal kişandin ser fedakarî, dilsoziyê û tekoşîna wî ya ji bo maf û azadiya gelê Kurd.

Merasîma bîranînê di nav atmosferê de ya hestyar û bi coş de domand û di dawiya xwe de bi sloganên “Şehîd Namirin.