Aktîvîstên TJAyê Ekîn Wan bi bîr anî

TJAyê gerîlaya YJA-STARê Ekîn Wan a ku li Gimgimê di şer de jiyana xwe ji dest da, li cîhê bûyerê, bi daxuyaniyekê bi bîr anî.

•
1 deqe xwendin
Aktîvîstên TJAyê Ekîn Wan bi bîr anî

Tevgera Jinên Azad (TJA), gerîlaya YJA-STARê  Ekîn Wan (Kader Kevser Elturk) ku di 10 Tebaxa 2015an de li Gimgimê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû û piştre bedena wê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû teşhîrkirin, li cîhê bûyerê, bi daxuyaniyekî bibîr anî. Aktivîstên TJAyê û hevserokên DEM Partî û DBPê ên Mûş û Gimgimê tev li bîranînê bûn. Bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pêkir. Jinan qurnefîl danîn cihê ku Ekîn Wan lê hatibû qetilkirin.

Li ser navê Tevgera Jinên Azad (TJA) Hevseroka DEM Partiyê ya Mûşê Çîçek Tûtûş axivî. Çîçek Tûtûşê da zanîn ku di sala 1015an de li Gimgimê êrîşeke qirêj li dijî gerîlayeke jin kirin û got: “Êşkence li bedena wê kirin. Wêneyên bedena wê li ser medyaya dîjîtal parvekirin. Rengekî hişmendiya DAIŞê bû. Di şeran de herî zêde jin dibin hedef û bedena wan tê teşhîrkirin.”

Çîçek Tûtûş di berdewama axaftina xwe de diyarkir ku Di 27ê Sibata 2025an de li ser banga Rêber Abdullah Ocalan pêvajoyekî dest pêkir wiha domand: “Nêzî 2 sal in kes jiyana xwe ji dest nade, êş nayên jiyîn, em hêvîdarîn ku ji îro û şûn de jî êdî mirov neyên kuştin û êş neyên jiyîn.”

Bîranîn bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” û bi çepikan bi dawî bû.