Aktivîstan serdana gora Jîna Emînî kir

Komek aktîvîst, serdana gora Jîna Emînî ya ku ji aliyê rejîma Îranê ve hate kuştin kir û balonên bi nivîsa "Jin, Jiyan, Azadî" firand.

•
1 deqe xwendin
Aktivîstan serdana gora Jîna Emînî kir

Di salvegera 4emîn a kuştina Jîna Emînî de ku li paytexta Îran Tehranê ji aliyê "polîsên exlaqê" ve hate qetilkirin, komek aktîvîst serdana goristana wê ya li Seqizê kir.

Aktîvîstan li pêşiya goristanê balonên bi navê Jîna Emînî û nivîsa "Jin, Jiyan, Azadî" firandin.

Aktîvîstan diyar kirin ku wê Jîna Emînî ji bîr nekin û bang li gel kirin ku di salvegerê de beşdarî vê tevgera sembolîk bibe, balonên spî bifirîne û Jîna Emînî û kesên ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest dan bi bîr bîne.