Ahmet Tellî dê sibê were oxirkirin
Helbestvan Ahmet Tellî ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da dê sibe bi merasîmeke bê definkirin.

Helbestvan Ahmet Tellî ku demekê dirêj li nexweşxaneyê tedawî didît û duh bi şev jiyana xwe ji dest da dê sibê bi merasîmeke were definkirin. Ji bo Ahmet Tellî li avahiya TMMOB û ÎMO yê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê merasîma cenaze dê bê lidarxistin. Merasîm dê di seat 11an de dest pê bike û piştî merasîmê dê li goristana Karşiyakayê were definkirin.


