Abdullah Ocalan: Xwedîderketina şehîdan berpirsyariya herî esasî ya vê rêya me ye

Rêberê Gelê Kurd ji bo tevahî malbatên şehîdên Tevgera Azadiyê peyama sersaxiyê şand û got: Ji bo hêjayî bîranîna şehîdên vê rêyê bin, divê em zemîna şer bi lez û demildest veguherînin aştiyeke bi rûmet.

•
1 deqe xwendin
Abdullah Ocalan: Xwedîderketina şehîdan berpirsyariya herî esasî ya vê rêya me ye

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hemû malbatên şehîdên Tevgera Azadiyê peyama sersaxiyê şand.

Peyama sersaxiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye:

"Ez şehîdên me bi hurmet bi bîr tînim

Em hemû karên xwe yên li ser rêya avakirina civaka demokratîk û komara demokratîk dimeşînin diyarî şehîdên xwe dikin ku di vê têkoşînê de canê xwe feda kirin.

Xwedîderketina li emaneta wan berpirsyariya herî esasî ya vê rêya me ye.

Karên me yên teorîk û pratîk ên ji bo aştiyê, pêngava mezin a aştiyê ji bo wefa û hurmeta me ya kûr a li bîranîna wan a mezin e.

Ev keda ku tê dayin nîşaneya xwedîderketina li bîranîna wan e, bêbersiv nehiştina fedakariya wan e.

Ji bo hêjayî bîranîna şehîdên vê rêyê bin, divê em zemîna şer bi lez û demildest veguherînin aştiyeke bi rûmet.

Em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna şehîdan hemûyan ditewînin û biryardariya xwe ya ji bo xwedîderketina li armanc û têkoşîna wan careke din dubare dikin.

Sersaxiyê ji malbatan hemûyan re dixwazim, hevxemiya xwe bi wan re parve dikim. Dubare dikim ku hewldanên me yên ji bo jiyaneke azad a nifşên nû wê biryardarî û bêrawestan dewam bike.

Abdullah Ocalan

13'ê Îlona 2026

Îmrali"