Abdullah Ocalan: Pêwîst e hiqûqa negatîf veguhere hiqûqa pozîtîf

Abdullah Ocalan bi rêya heyeta DEM Partiyê vê peyamê şand: “Ji bo pêvajoya hiqûqî û qanûnî destpê bike, ji bo çek û şer bi temamî ji dewrê bê derxistin, ji bo rûpeleke nipînû bê vekirin çi ji destê kê tê divê bike.

•
1 deqe xwendin
Abdullah Ocalan: Pêwîst e hiqûqa negatîf veguhere hiqûqa pozîtîf

Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî hevdîtina ku doh bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê kir, daxuyanî da.

Daxuyaniya heyetê wiha ye: “Ji çapemenî û raya giştî re;

Me wek Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê, piştî navbereke dirêj bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke berfireh pêk anî. Di civînê de geşedanên siyasî yên li herêmê, avakirina civaka demokratîk, asta ku di pêvajoya aşitiyê de hat gihiştin û mijara ku divê çarçoveya qanûnî çawa teşe bigire bi awayekî berfireh hatin nirxandin.

Di hevdîtinê de Birêz Ocalan ji bo bi raya giştî re were parvekirin van nirxandinan kir:  “Biryardariya me ya ji bo avêtina gavan bi dilsoziya giyana bangawaziya 27ê Sibatê û çareserkirina pirsgirêkê di nav hiqûqa xwişk û biratiyê de berdewam dike. Em di bergeha veguhastina wê hevpeymanî û yekîtiya dîrokî ya kurd-tirk de ne, ku di dîroka Anatolyayê de rastiyeke dîrokî ye û di hemû qonaxên krîtîk de ji hev veneqetiya ye ku bînin ser zemînekî hiqûqî. Rastiya ‘Heke tu kurd ji tirk veqetînî kurd namîne, heke tu tirk ji kurd veqetînî tirk namîne’, pêşxistina jiyana hevpar û hiqûqa wekheviyê neçar dike.

Lihevhatina dema avakirina zeminê qanûnî ku hestiyariyên dualî berçav digire hat. Bi hişmendiya ku vekirina vê rêyê bi sebrê, derfeteke dîrokî ye, werin em dev ji nêzîkatiyên hêsan, teng û yên ku xizmeta paşerojê nakin berdin û bi hev re jiyana hevpar bihonîn. Di çarçoveya ku di rapora Komisyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk û Biratî û Demokrasiyê ya TBMMê de hat diyarkirin de, divê herkes ji bo destpêkirina pêvajoya hiqûqî û qanûnî, ji derveyî hevkêşeyê hiştina şer û çekan û vekirina rûpeleke nûjen tişta ji destê wî/wê tê bike.

Tîfaqa kurd-tirk, kevirê bingehîn ê paşeroja hevpar a Anadoluyê ye. Di her gava ku bê avêtin de divê em çanda vê axê esas bigirin. Bi rêkûpêkiyên qanûnî mimkun e ku em vê hevpeymaniyê bigihîjînin misogeriya hiqûqî ya daîmî û di komareke demokratîk de bi wekhevî û azadî bi hev re bijîn. Pêwîst e hiqûqa negatîf veguhere hiqûqa pozîtîf.

Ji bo honandina jiyana hevpar û vekirina rûpeleke nûjen di nav wekhevî û edaletê de dîrok derfetekê dide me. Baweriya min tam e ku em ê vê derfetê bi hev re binirxînin.”

Em jî wek heyet, vê bangawaziya girîng a Birêz Ocalan dîrokî dibînin û careke din teqez dikin ku em bi biryar in bi hemû saziyên peywendîdar, di serî de TBMM, diyaloga avaker domdar bikin, pêvajoyê encamgir ber bi pêş ve bibin û di bingehê hiqûqa xwişk û biratiyê de bigihîjin çareseriyeke daîmî.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê

21ê tîrmeha 2026an”