Abdullah Ocalan: Gotin, hevdîtin, nav, belge û notên ku belav dibin ne rast in

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, der barê yekemîn civîna komîsyona ku li gorî “Qanûna Xurtkirina Pevgirêdana Neteweyî û Yekîtiya Civakî” hat avakirin û der barê îdîa û tawanbarîyên nerast ên van çend rojên dawî li ser medyaya dijîtal belav dibin, ji bo raya giştî peyamek bi rêya Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê re şandiye.

•
1 deqe xwendin
Abdullah Ocalan: Gotin, hevdîtin, nav, belge û notên ku belav dibin ne rast in

Peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şandiye wiha ye: “Ji raya giştî re

Rêzdar Serokkomar û Rêzdar Devlet Bahçeli îradeya xwe ya bihêz nîşan dan. Li ser bangewaziya min, têkoşîna çekdarî bi dawî bû. Partiyên siyasî jî piştgirîya dîrokî dan. Bi vî awayî “Qanûna Xurtkirina Pevgirêdana Neteweyî û Yekîtiya Civakî” hat pejirandin. Komîsyona ku li gorî vê qanûnê hat avakirin, duh yekemîn civîna xwe pêk anî. Ev nîşan dide ku pêvajo bi gavên zexm pêşve diçe. Em gihîştine qonaxeke krîtîk.

Di vê serdema dîrokî de hin derdor hewl didin pêvajoyê têk bibin. Ev hewlên wan komploye û li dijî min in. Gotin, hevdîtin, nav, belge û notên ku belav dibin û min re têne girêdan, ne rast in. Ev parvekirin tevgerên provokatîf ên dijberên pêvajoyê ne.

Ez ê hewldanên xwe yên ji bo avakirina aştiya civakî û hiqûqa xwişk û biratiyê hîn zêdetir pêş bixim. Ez her kesî û her alî vedixwînim ku bi ruhê xwişk û biratiyê, bi hişmendî û bi hestiyarî tevbigerin.

25 Tebax 2026

Abdullah Ocalan”