9 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin, hatin berdan

Li Amedê 9 kesên ku di 3yê îlonê de hatibûn binçavkirin, bi şerta kontrola edlî hatin berdan.

•
1 deqe xwendin
9 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin, hatin berdan

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de, di 3yê îlonê de di encama serdegirtina malan de 9 kes hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku ev kesên ku birin Midûriyeta Polîsan a Amedê, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” hatine binçavkirin û îfadeyên wan bi vê îdiayê hate wergirtin. Piştî kar û barên binçavkirinê her 9 kes ji emniyetê sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin.

Li dadgeriyê piştî kar û barên îfadeyê, her 9 kes jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan.